Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Li Amedê li Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê jinekê li hewşa xaniyê xwe cismekî nediyar dît û dema ku xwest wî cismî bavêje teqîn pêk hat.
Bedîa Taşkin jina 35 salî vê sibê li hewşa xaniyê xwe cismekî nediyar dît. Taşkinê dema ku xwest wî cismî bavêje ji derve, teqîn pêk hat û jinik bi giranî birîndar bû.
Hat diyarkirin ku cismê teqiya ye, teqemeniya li ser destan hatiye çêkirin e û Taşkin a birîndar bi ambûlansê rakirine nexweşxaneyê.
Dermankirina Taşkinê li nexweşxaneyê berdewam dike. (NV/FD)