Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Baroya Enqereyê duh li girtîgehê seredana akademisyen Nûriye Gulmenê û mamoste Semîh Ozakçayî kir ku ji ber bi Biryarnameya di Huqmê Qanûnê (KHK) ji kar hatin avêtin û dixwazin vegerin wezîfeya xwe 106 roj in di greva birçûbûnê de ne û paşê jî hatin girtin.
Alîkarê Serokê Baroyê Erînç Sagkanî û endamên Lijneya Rêveberiyê Ozgûr Okmen û Çagri Ayhan Şenelî duh piştî seredana girtîgehê daxuyaniyeke nivîskî belav kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nûriye Gulmen a di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de girtiye, ji ber tenduristiya xirab nekarîbû rabe û were ciyê hevdîtinê. Ji ber wê jî hevdîtina bi wê re pêk nehatiye.
Hat gotin ku wan serdana li Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê serdaa Semîh Ozakçayî kirine û digel ku rewşa Ozakçayî di asta krîtîk de ye ew ê gotiye ku bibiryar greva xwe ya birçîbûnê berdewam bike. Dîsa li gorî çavdêriyên heyetê Ozakçayî nikare bimeşe, bi kursiya seqetan hatiye ciyê hevdîtinê, gelekî bêhal bûye û nekarîbû biaxive.
Lijneya Rêveberiya Baroya Enqereyê û Navenda Mafên Mirovan a heman baroyê çavdêriyên xwe yên derbarê seredanê de wê raporekê amade bikin û bi saziyên têkildar re parve bikin. (NV/FD)