Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistinê ji bo Gulmen û Ozakçayê ku piştî hatin girtin şandin Girtîgeha Sîncanê ya li Enqereyê diyar kir ku her du kesan mafên xwe yên protestoyî yên aştiyane bikar anîne. Rêxistinê ji rayedaran xwest ku rêzê ji mafên azadiya xweîfadekirinê re nîşan bidin.
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî herwiha destnîşan kir, ew bi endîşene ku ji derveyî daxwaza wan bi darê zorê xwarinê bidin Gulmen û Ozakçayî û rastî pêkanînên xirab û îşkenceyê bên. Rêxistinê daxwaz kir ku heke daxwaza wan bi xwe hebe jî divê karibin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê yên doktorên serbixwe ji wan re diyar bikin û li van deran prensîbên etîk ên dermankirinê pêk werin.
Gulmen ji 9ê Kanûna Pêşîn a 2016ê, Ozakça jî ji 23ê Kanûna Pêşîn a 2016ê ve li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê çalakiya rûniştinê lidar dixin. Her du jî ji 9ê Adara 2017ê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Di 23ê Gulana 2017ê de jî hatin girtin. (BK/FD)