Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça hatin girtin
![Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça hatin girtin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/186/756/original/nuriye_semih.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçayî biryara girtinê hat dayin.
Polîsan sê roj berê girtibûn ser mala ku Gulmen û Ozakça lê dimînin û ew desteser kiribûn. Gulmen û Ozakça piştî ku derketin pêşberî dozgeriyê ji hêla dozger ve daxwaza girtina wan hat kirin û ew şandin Dadweriya Ceza ya Sulhê.
Parêzer Selçûk Kozagaçli biryara girtinê û biryara hincetê li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.
Di biryara hincetê de hatiye diyarkirin ku derbarê Gulmen û Ozakçayî de di 2yê Gulana 2017ê de ji xala 100/3-a ya Yaseya Muhakeme ya Ceza (CMK) doz hatiye vekirin. Ji bo hinceta girtina wan jî hat îdiaya ku “heke neyên girtin wê zerarê bidin dadweriyê û gava ku dema ceza ya çalakiyan bigirin ber çavan wê tedbîrên parastina kontrola edlî têrê nekin”. (HK/FD)