Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsên tîmên taybet, bi ser mala Akademisyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça girt ku bi Biryarnameyên Di Huqmê Qanûnê de ji karên xwe hatibûn dûrxistin û ji bo ku vegerin karên xwe 75 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Mala ku Gulmen û Ozakça lê diman û kolana malê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin.
Polîsan diyar kirin ku derbarê Gulmen û Ozakça de biryara desteserkirinê û zeftkirin heye û deriyê ji pola yê malê şikandin û ketin malê.
Polîsan saet di derdora 01.00ê de girt ser mala Gulmen û Ozakçayî.
Parêzer Selçûk Kozagaçli derbarê desteserkirina Gulmen û Ozakça de li ser hesabê xwe yê Twitterê de wiha nivîsî:
“Hinceta zeftkirinê ‘dibe ku çalakî bizîvire rojiya mirinê, dibe ku bibe sedema çalakiyên weke gezî û tekelê’. Hinceta kesên ku deriyê malê şikandin û ketin malê!”
Di vê navberê de Esra Ozakça hevjîna Semîh Ozakça û parêzer Ayşegul Çagatay û Ebrû Tîmtîk jî hatin desteserkirin.
Sultan Özakça gece gözaltı operasyonundan sonra Yüksel'e indi: "Suçsa savcı beni de gözaltına aldırsın! Evlatlarımın yerine de direneceğim!" pic.twitter.com/NckPspzaTW
— Seyri Sokak (@seyrisokak) 22 Mayıs 2017
Piştî serdegirtinê Sûltan Ozakça dêya Semîh Ozakçayî çû ber Birdariya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê û dest bi rûniştinê kir.
Qerebalixek li ber birdariya berxwedan li ber didome kom dibe ku parlamenter jî di nav de ne.
(EKN/FD)