Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Xwişka min Sîbel Çapraz duh di daneşîna biryarê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê de ji “endamtiya rêxistinê (Yaseya Ceza ya Tirkan TCK 314/2) bi 6 sal û 3 mehan hat cezakirin û derbarê kontrola edlî ya wê de jî biryara berdewamiyê hat standin. Dadgehê ji ber sûcê sewqkirina gel a ber bi kîn û dijminatiyê ve jî biryara beraatê da.
Sîbel di 2yê Adara 2016ê de hat girtin. Di 28ê Sibata 2017ê de di çarçoveya xala 109/3-j ya Yaseya Darazî ya Cezayê (CMK) de bi şertê kontrola edlî biryar hat girtin ku cezayê malê bistîne. Meha borî ji ber rêviyên xwe û ziravê xwe amelîyat derbas kir. Ji bo destê xwe wê 3 ameliyatên din li Stenbolê bibe.
Ji ber çi mantiqî bilez û bez ceza dan Sîbelê ku hîna derbarê kesên gule bera wê dane de lêpirsîn jî nehatiye vekirin?
(NÇ/HK/FD)