Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Odeya Doktorên Enqereyê derbarê tenduristiya Nûriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça de civîneke çapemeniyê lidar xist ku bi daxwaza îadekirina kar 63 roj in di greva birçîbûnê de.
Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Doktorên Enqereyê Vedat Bûlût daxuyanî da û diyar kir ku xirabûnên tenduristiya Gulmen û Ozakçayî nîşaneyên destpêkê yên Sendroma Wernicke-Korsakoffê ne.
Vedat Bûlût got ku di roja 63yê de Gulmen û Ozakça zêdetirî 15 kîloyan wenda kirine û derbarê saxlemiya wan de ev agahî da:
“Du roj in tenduristiya Nûriye Gulmen her ku diçe xirab bû. Bêserûberiya tansiyon û nebz ê destpê kiriye û li hemberî nexweşiyên şewbê bergiriya wan lawaz bûye”.
Bûlût her wiha aşkere kir ku Gulmen û Ozakçiyî gotine ku ne li ser hişê xwe bin jî ew mudaxeleya tibî qebûl nakin.
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) û doktor Alî Şeker jî got ku divê hikûmet jikardûrxistinên neheq bide sekinandin û ji bo îadekirina kar bilez gavan bavêje. (BK/FD)