Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Yekîtîya Navneteweyî ya Bijîşkan di 19ê Nîsanê de li Lîvîgstonêya Zambîayê civînek pêk anî.
Yekîtîyê bang kir ku divê demildest Dr. Serdar Kûnî serbest bê berdan.
Dr. Serdar Kûnî berpirsê Berpirsiyarîya Şirnexê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û serokê Rêxistina Şirnexê ya Yekîtîya Bijîşan bû. Kûnî ji 19ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê ve di girtîgehê de ye.
Dadageha Cezayên Giran a 2. a Şirnexê dê 24ê Nîsanê Dr. Serdar Kûnîyî dad bike.
“Xizmeta ji bo saxlemiyê”
Yekîtîya Navneteweyî ya Bijîşkan daxuyand:
“Tê îdiakirin ku Dr. Serdar Kûnîyî xizmeta ji bo saxlemiyê ji bo hin kesan kiriye ku ew endamên rêxistinên çekdar ên kurdan bûne. Ji ber vê yekê 6 meh in ku Kûnî di girtîgehê de ye.
“Ev rewş li dijî prensîna mirovbûnê ya parastina rûmetê ye. “(AS/MB)