Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Maseya Enformasyon a Komisyona Girtîgehan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rapora xwe ya derbarê grevên birçîbûnê de belav kir ku di 15ê Sibatê di girtiyên ji doza PKKê û PJAKê yên di Girtîgeha Şakranê de dabûn destpêkirin û paşê li gelek girtîgehan belav bibû.
Rapor li gorî agahiyên ji parlamenterên HDPê, Komeleya Mafên Mirovan, Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan û Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz û Komeleya Di Sîstema Girtîgehan de Civaka Sivîl hatine standin pêk hatiye. Di raporê de behsa xebatên HDPê yên derbarê greva birçîbûnê de hat kirin. Herwiha hatiye diyar kirin ku ew ê pêvajoyê bişopînin û derbarê çalakiyan de rasterast û bi awayekî rêkûpêk raya giştî agahdar bikin.
Li gorî rapora Komisyonê, li 6 girtîgehan 17ê jin 76 girtî bi awayekî bêdem û bêdor di greva birçîbûnê de ne, dîsa li gelek girtîgehan ji 15ê Adarê û vir ve grevên birçîbûnê bi awayekî bidem û bidor berdewam dike.
Li kîjan girtîgehê, çend roj in grev berdewam dike?
Di raporê de derbarê grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdor de ev agahî tê dayin:
* Di Girtîgeha Şakranê de 5 girtiyên jin di 40emîn roja greva birçîbûnê de ne. Dîsa di Girtîgeha Tîpa T4 a Şakranê de 7 girtî di roja 12emîn, 8 girtî di roja 33yemîn, di Tîpa T2 û T3ê de bi giştî 13 girtî jî di 47emîn roja grevê de ne.
* Di Girtîgeha Jinan a Sincanê de 7 jin di 39emîn roja greva birçîbûnê de ne.
* Di Girtîgeha Tekirdagê de 19 girtî, di 26emîn roja greva birçîbûnê de ne.
* Di Girtîgeha Jin a Tarsûsê de 5 jin di 20emîn roja greva birçîbûnê de ne.
* Di Girtîgeha Tîpa F a Boluyê de 10 girtî di 6emîn roja greva birçîbûnê de ne.
* Di Girtîgeha Tîpa T a Hatayê de 11 girtî di 3yemîn roja greva birçîbûnê de ne.
Parlamenterên girtî jî ketibûn greva birçîbûnê
BIXWÎNE - DEMİRTAŞ: ME JI BO XWE TI DAXWAZ NÎNIN
Di Girtîgeha Edirneyê de li ser rewşa heyî Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş û Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan biryar girtibûn ku di 31ê Adarê de bikevin greva birçîbûnê. Piştî vê biryarê di 1ê Nîsanê de li gorî mesaja Demirtaş û girtiyan “Ji ber ku ji bo çareseriya pirsgirêkan niyeta pak derketiye holê” him girtiyên din him jî Demirtaş û Zeydan greva xwe ya birçîbûnê bidawî kiribûn.
Di vê navberê de rapora Komisyona Girtîgehan a HDPê balê dikişîne ser wî tiştî ku Parlamenterê HDPê yê Qersê Ayhan Bilgen, ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş û yê Colemêrgê Nihat Akdogan ji 1ê Nîsanê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.
(TP/AS/FD)