Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokwezîr, Bînalî Yildirimî di kombûna Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) ya hefteyane de axivî.
Yildirimî diyar kir ku têkiliyên bi Rûsya û Îsraîlê re tê başkirin û bi xêra mûtebeqetê wan kariye alîkariya Xezzeyê bike.
Yildirimî dîyar kir betlaneya Îda Qurbanê/Haciyan dê 9 roj bin. Wî got: ‘’ Êdî xelk ne ji bo bên dermankirin diçin beşên hewargihandinê yên nexweşxaneyan, ew ji bo ku li keçikan binêrin diçin wan deran.... Beşên hewargihandinê ne bi tenê derman dike.Ew xizmetê dikin ku malbat bêne çêkirin.’’
‘’Beşên Hewargihandinê malbatan çêdikin.’’
‘’Êdî nexweşxaneyên taybet jî tê de, ji bo dermankirina nexweşên giran û hewceyî gihandina hewarê bêpere têne dermankirin.
‘’Me şoreşek ji bo saxlemiyê bir serî.
‘’Duhî nasekê min ji min re got... ez şaqis bûm... Di cejnan de xelk diçine beşên hewargihandinê. Çima diçin? Ew ne ji bo dermankirinê lê ji bo li keçikan binêrin diçine wê derê. Qey ew der ew qasê bûne cihên şirîn ku...’’
‘’Têkiliyên bi Filistinê re’’
‘’Dema me nû dest bi karî kir, me got em ê dostan zêde bikin û dijminan kêm bikin. Hinekan em rexne kirin.
‘’ Me di demekê kurt de têkiliyên xwe yên digel Îsraîl û Rûsyayê baş kirin.
‘’ Yazdeh ton alîkariyên mirovî ji bo xuşk û birayên me yên Xezeyê hatin rêkirin.
‘’Parastina doza Filistînê bi gotina hin xweşgotinan pêk nayê, kiriyar divê.
‘’Mûtabeqet dê di vê hefteyê de ji bo parlamentoyê bê rêkirin.’’
‘’Mûtabeqet dê di vê hefteyê de ji bo parlamentoyê bê rêkirin û parlamento dê li ser herdu hevpeymanên navneteweyî dengan bide.
‘’Em ê êdî ne bi şeran bi dostaniyan herêmê geş bikin.
‘’Betlaneya cejna Qurbanê dê 9 roj bin.’’
‘’Rojên betlaneya Cejna Qurbanê û rojên cejnên ji pêşiya wê dê bigihin hev û bi vî awayî betlaneyeka dirêj dê bê kirin. ‘’ (EKN/MB)