Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulumê, derbarê lîstika Kurdî de pirsgelaleyek daye parlementoyê de, da ku alîkarê serokomar Fuat Oktay bibersivîne.
Lîstika şanoya Kurdî "Bêrû", ku diviyabû duh êvarê (13 Çiriya Pêşiyê 2020) di çarçoveya projeya piştgiriyê ya şanoyên taybet de ji hêla Şanoyên Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ve li Dîka Gazîosmanpaşa bihata pêşandan, ji hêla Qaymeqamtiya Navçeya Gazîosmanpaşayê ve bi hinceta ku "rêk û pêkirina civakî xera bike” hatiye qedexekirin
Zuleyha Gulumê di pirsiyarnameyê de wiha gotiye:
"Piştî biryarê, polîsan avêtine ser Dika Şanoyên Bajêr a Gaziosmanpaşayê, ku dê şano bihata li dar xistin û nehiştine ku ekîba şanoyê derkeve ser dikê.
"Di nivîsa 13.10.2020 de, ku ji hêla Daîreya Polîsan a Gaziosmanpaşayê ve ji qaymeqamê navçê re hatî şandin; '... Ji ber ku tête nirxandin çalakiya şanoyê ya ku tê xwestin were kirin dibe nîzama giştî têk bibe, ji bo ku aştî û ewlehî, ewlehiya kesane, ewlehî û başiya giştî pêk were, li gorî bendên bend 32/ç û madeya 17emîn qanûna civîn û xwepêşandanan hejmar 2911, divê şanoya taybet a bi navê Teatra Jiyana Nû, bi navê BORU: KLAKSON BORÎZAN BÎRT, divê li her deverên vekirî/girtî yên di nav sînorên navçeya meya Gaziosmanpaşa de bêdawî were qedexekirin; ez pêşniyar dikim 'tê gotin."
Parlementera Stenbolê Gulumê ev pirs kirine:
Sedema qedexekirina leystika “Bêrû: Klaskson Borîzan û Bîrt” Kurdîbûna wê ye? Li Tirkiyeyê leyîstîna şanoya Kurdî qedexe ye?
Têkiliya vê şanoyê û nîzama giştî çi ye? Li Tirkiyeyê nîzama giştî bi qedexekirina şanoyan tê domandin?
Gelo xêncî şanoya Kurdî berê jî bi hinceta “dibe ku nîzama raya giştî xera bike” şano hatine qedexekirin?
Hûn difikirin ku qedexeya li ser şanoya Kurdî rakin?(AÖ/AY/AY)