Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Heyeta Swêdê bi serpereştiya Jonas Sjostedt, Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêdê, Lotto Jonhson Formarve, Wekîlê Serokê Meclîsê û H. Erik Metz Swernaling, Berpirsê Karûbarên Derve yê Partiya Çep a Swêdê xwestiye biçe Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê bibine.
Zeynel Ozen, Parlamenterê HDPyê û Ramazan Demîr, parêzerê Demîrtaşî jî li gel heyetê bûye. Lê rêveberiya girtîgehê destûr nedaye heyetê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Jonas Sjostedt, Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêdê nêzîkî girtîgehê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Sjostedtî diyar kiriye ku ji bo ew piştevaniya enternasyonalîst li dijî operasyonan nîşan bidin û bertek nîşanî girtinan bidin hatine Tirkiyeyê û gotiye:
“Operasyonên li dijî HDPyê ne demokratîk in. Em qebûl nakin. Zextên li dijî HDPyê nêzîkatiyek dîktatoryal e. Nemaze biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya derbarê Demîrtaş de daye, pêwîste gavek beriya gavekê ji aliyê meqamên tirkan ve were naskirin. Pêwîste dest ji van politikaya zextan berdin ku tê wateya qûtkirina dengê bi milyonan kesan. Têkiliyên Ewropa û Tirkiyeyê di serdemek nabaş de derbas dibin. Sedemê vê yekê jî girtina bi hezaran însanan e. Li dijî HDPê zextên darbeyî pêk tên. Dixwazin HDPê bêbandor bikin. HDP ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welat partiyek girîng e. Em difikirin ku Demîrtaş jî di vê mijarê de xwedî rolek esasî ye. Nehiştin em wî bibînin. Lê roja ku azad bibe em ê werin serdana wî.”
Sjostedtî diyar kir ku ew ê biçin Enqereyê û serdana HDPê û rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên muxalefetê bikin. (AS/FD)