Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji 13 kesên ku 14ê Tebaxê li Colemêrg, Şemzînan, Çelê û Geverê di encama lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibûn desteserkirin, 12 jê hatine girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 12 kes îro birine edliyeyê. Dozgerî piştî îfadeyên wan standiye, bi daxwaza girtina wan ew şandine ber destê heyeta dadgehê.
Dadgehê bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” biryara girtina 12 kesan daye. Hêvîdar Ertûnç. Namzeta Hevşaridariya Çelê ya hilbijartina herêmî ya sala 2019an a HDPyê piştî îfadeya wê ya li Midûriyeta Emniyetê serbest bûye.
Kesên hatine girtin ev in: Hevşaredarê Berê yê Colemêrgê Şukru Çalli, Rêvebera ÎHDyê ya Şemzînanê Pinar Yilmaz, Nîhat Tûrgût, Ramazan Erîk, Mehmet Emîn Seven, Omer Farûk Tekîn, Mesût Kiratli, Reşît Guneç, Mehmet Çapraz, Umît Dûman, Felem Aker, Mûsa Bor. (HA/FD)