Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Garo Paylan, Parlamenterê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rewşa dawî a şewba Covîd-19ê li meclîsê kiriye rojev.
Paylanî ji bo ku Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê bibersivîne, pirsiyarname peşkeş kiriye û pirsiye, “Gelo haya we jê heye ku li Amedê di beşên nexweşîyên giran de cîh nemaye?"
Paylanî destnîşan kiriye, li Amedê her roj bi sedan kes bi Covîd-19ê dikevin û gotiye, “Ji bo pêketiyan di nexweşxaneyan û beşên nexweşiyên giran de cîh peyda nabe. Li Tirkiyeyê ji hejmara nexweşên aktîv sedî 10 di beşa nexweşiyên giran de tên dermankirin. Ev rêje li Amedê û li bajarên herêmên din gîhaştiye sedî 15an. Li Amedê rewşa belavbûna Covîd-19ê gîhaştiye lûtkeyê. Ger tedbîr neyê stendin, em ditirsin ku rewşa mirî û pêketan bigihêje asta herî xirab.”
Pirsîyarên ku Paylanî ji Kocayî pirsîne ev in:
Gelo haya we jê heye li Amedê di beşên nexweşîyên giran de cîh nemaye?
Li Amedê her roj sedan kes bi Covîd-19ê dikevin, hûn çawa hejmara pêketiyan li seranserê Tirkiyeyê weke hezar kes radigihîne?
Gelo haya we jê heye ku ew hejmarên nexweşan ê hûn kêm nîşan didin din ava gel de sist û giraniyê çê dikin?
Gelo haya we jê heye li Amedê ji ber ku di nexweşxaneyên dewletê de cîh nemaye, nexweş neçar dimînin û diçin nexweşxaneyên taybet, ku nexweşxaneyên taybet jî ji nexweşên Covîd-19ê daxwaza pereye zêde dikin? (RT/AY/FD)