Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêveberiya Çînê, Konsolxaneya DYAyê ya li bajarê Çengduyê girtiye. Çînê aşkere kiriye ku wan konsolxane li gor saeta herêmî di 10an de girtiye.
Beriya niha DYAyê Konsolxaneya Çînê li Houstunê girtibû. Piştî vê rewşe, rêveberiya Çînê hefteya borî aşkere kiribû ku wê Konsolxaneya DYAyê bigire.
Polîs li Çengudê saet di 10.24an de avahiya konsolxaneyê dorpêç kirine û 4 endamên asayişê ketine hundirê konsolxaneyê.
Wezareta Karûbarên Derve ya Çînê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku “Rayedarên Çînê ketine hundir û xistine bin kontrolê.”
Li gorî nûçeya BBC Newsê li bajêr girseyek kom bûye û daxistina alê temaşe kirine.
Li Houstunê krîzek rû dabû
DYAyê aşkere kiribû ku bi sedema “navenda sîxurtiyê ye” ew ê konsolxaneya Çînê ya li Houstunê bigire. Ji ber vê edemê krîza di navbera her du welatan de gûrtir bûbû.
DYAyê ji bo vî tiştî 72 saet diyar kiribû. Piştî ev dem qediyae, hêzên asayişê yên DYAyê roja înê ketibûn avahiya konsolxaneyê. (PT/FD)