Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk ên li Qadê di navbera 6 û 16ê Tîrmehê de li Amed, Mêrdîn, Wan, Şirnex, Colemêrg û Êlihê lêkolînek pêk aniye. Navendê derbarê tercîhên polîtîk ên ciwanan de hin pirs kirine û encamên vê lêkolînê weşandiye.
Navend ji bo lêkolînê bi 580 kesan re axivî ne ku temenê wan di navbera 15 û 34an de ye.
Li gorî lêkolînê baweriya ji sedî 54,2yê ciwanên kurd bi ti saziyan nayê. Ciwanan gotiye ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê, pirsgirêka kurdan e.
Yüksel Genç, Koordînatora Navendê ji bianetê re behsa encamên lêkolînê kir û got ku ciwanên kurd di warê siyasetê de diguherin û wiha berdewam kir: “Mesajên gelekî girîng di encama lêkolînê de derket. Baweriya zêdetirê ji sedî 50yê ciwanên kurd li Tirkiyeyê bi ti saziyan nayê. Di salên 1990î de jî bawerî bi saziyên dewletê nedihat lê bawerî bi dezgehên heyî û yên civaka sivîl hebû. Niha em dibînin ku şikestinek heye û xwe bi paş de dikişînin.
“Baweriyê bi ti saziyan naynin lê nebêhêvî ne”
“Ciwanên kurd baweriyê pê naynin lê nebêhêvî ne, nabêjin ku pirsgirêk çareser nabin. Pêşniyarên wan ji bo çareserkirinan hene. Digel ku bêkarî û xizanî zehf e pirsgirêka kurdan weke pirsgirêka herî girîng tê ber me. Rêveberên herêmî yên xurtkirî û sîstema federasyonê di pêşniyarên ji bo çareseriyê de herî zêde derdikevin pêş. Herêmên ku me lêkolîn lê kirin bajarên herî polîtîk ên Tirkiyeyê ne, ji ber wê bersiv girîng in
“Gelek kes dixwazin biçin ji derveyî welêt”
“Her weha nêrîna siyasî ya ciwanên kurd diguhere. Nifşên nû bi taybet berê xwe didin ramanên ekolojist, feminîst, sosyalist û anarşist. Berê xwe didin ramanên siyasî yên cida yên mafparêz. Hejmareke gelekî mezin jî dibêjin em dixwazin biçin ji derveyî welêt û kesên gelekî ciwan vî tiştî dibêjin.
Encameke din a gelekî girîng jî ew e ku ji sedî 39ên ciwanan dibêjin ew dikarin dengên xwe bidin partiyeke din. Yanî dibêjin ew dikarin partiya xwe biguherin. Ev jî tê wê wateyê ku partiyên siyasî yên derveyî HDPyê dikarin ji xwe re li vir hebin.” (RT/FD)