Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mehmet Demîr, Hevşaredarê Êlihê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye girtin. Demîr piştî ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, li şuna wî qeyûm hatibû wezîfedarkirin,
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Demîr bi tohmeta ku “endamê rexistina terore ya bi çek e” hatiye girtin.
Demîr duh di çarçoveya lêpirsîna ku di 9ê Çiriya Pêşiyê ya 2018an de ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve hatibû destpêkirin de hatibû desteserkirin.
Piştî ku îfadeya Demîrî li Miduriyeta Emniyetê a Amedê hatiye girtin, şandine Edliyeya Amedê. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Demîrî şandiye Dadgeha Silhê ya Cezayê a Nobedar. Dadgehê bi tohmeta ku “endamê rêxisinê ye” biryara girtina Demîrî daye.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Demîr li piştî biryara girtinê şandine Girtîgeha Tipa D a Amedê.
Li piştî qeyûm du caran hatibû desteserkirin
Mehmet Demîr di 23ê Adara 2020an de bi Songul Korkmaz, Hevşaredara Êlihê, Şehrîban Aydin û Salîh Çetînkaya, Cîgirên Hevşaredarên Êlihê, Şukran Çelebî û Recep Yargi, Hevberdevkê Meclîsa Şaredariya Êlihê, Naşîde Toprak, Hevşaredara Farqînê, Ahmet Kaya, Hevşaredarê Erxeniyê, Mustafa Akkûl, Hevşaredarê Gêlê û Belgîn Dîken, Hevşaredara Yenîşehîrê re hatibû desteser kirin û serbest hatibû berdan.
Li heman êvarê Wezareta Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên Êlihê, Erxeniye, Licê, Farqîn, Norşîn, Gêlê, Halfeliya Îdirê û bajarokê Civanîka Sêrtê kiribû.
Demîrî di 26ê Hezîrana 2020an de di operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) de bi 41 kesî re hatibû desteser kirin. Piştre ew serbest mabû.(EKN/AY/FD)