Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Amedê ji bo ku Leyla Guven, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îfadeyê bide bang lê kiriye. Nayê zanîn bê ka Serdozgerî ji bo çi bang li Guvenê kiriye.
Di 9ê Çiriya Pêşiyê ya 2018an de polîsan bi ser avahiya KCDyê de girtibûn. Serdozgeriya Komarî ya Amedê li gor zanyarî û belgeyên wê demê hatiye bidestxistin li ser KCDê lêpirsînek daye destpêkirin, Di encama wê lêpirsînê de biryara girtina 64 kesan hatibû stendin.
23yê Hezîrana 2020an polîsan bi ser malan de girtibûn û 43 kes desteser kiribûn. 16 ji wan duh (28ê Hezîrana 2020an) biribûn Edliyeya Amedê. Dadgehê bi îdaya ku ew “endamên rêxistinê ne” biryara girtina 8 kesan dabû. Girtina îfadeyên 27 kesên desteserkirî li emniyete hê didome. (RT/AY/FD)