Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê, ji bo Tirkiyeyê gotiye ku li Lîbyayê “lîstikeke xeternak dilîze”. Tirkiye li Lîbyayê piştgiriya Hikûmeta Rêkeftina Netewî dike ku Neteweyên Yekgirtî vê hikûmetê bi awayekî fermî nas dike.
Macronî piştî civîna xwe ya bi Kays Said, Serokomarê Tûnisê re axiviye û derbarê Lîbyayê de wiha gotiye:
“İro bi awayekî zelal min ji Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî re got ku Tirkiye li Lîbyayê lîstekeke xeternak dilîze û ev ne li gorî wan sozan e ku di dema Konferansa Berlînê de dabû.”
Demeke berê Abdulfettah el Sîsî, Serokdewletê Misrê di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku Hikûmeta Rêkeftina Netewî Sîrteyê bidest bixe ji bo sînorê rojavayê biparêzin ew ê leşkeran bişînin Lîbyayê. Macronî behsa vê daxuyaniyê kiriye û diyar kiriye ku metirsiyên Misrê metirsiyên “rewa ne”.
Heiko Massa, Wezîrê Karûbarên Derve yê Almanyayê jî duh piştî li Romayê, bi Luigi Di Maio, Wezîrê Karûbarên Derve yê Îtalyayê re civiyabû behsa daxuyaniya Sîsiyî kiribû û wiha axivî bû: “Ji ber vê ye ku divê bilez û bez agirbest were ragihandin.” (PT/FD)