Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Meşa Demokrasiyê ya li Dijî Darbeyan” a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daye destpêkirin berdewam dike. Beşek HDPyî ji Edîrneyê, beşek jî ji Colemêrgê di 15ê Hezîranê de dest bi meşe kiribûn.
HDPyiyên ku ji Colemêrgê dest bi meşe kirine, piştî li Wanê hin hevdîtin pêk anîne, ber bi Bedlîsê ve ketine rê. Li gor nûçeya ku di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, parlamenter, rêveber û endamên HDPyê li ber avahiya HDPya Wanê hatine ba hev.
Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li vir axivive û gotiye, “Bi sedema korona heye, dixwazin meşe bidin sekinandin. Lê derdê wan ne koronaye, tirsa wan demokrasi ye. Em vê baş dizanin.”
Aydenîzê di berdewamiyê de gotiye ku roja meşa wan destpê kiriye, li dijî Qempa Mexmûrê, Şengal û Qendîlê bi balafiran bombebaran pêk hatiye û wiha dewam kiriye: “AKP darbeyên siyasî didomîne. Ev meş dê li Tirkiyeyê demokrasiyê û li Kurdistanê azadiyê pêş bixe. Em êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar dikin. Desthilatdara faşizmê di şer de israr dike. HDP li dijî vî şerî mixalefetê dike. Heta ku demokrasî, azadî û edalet li Tirkiyeyê pêş bikeve ev têkoşîna me ya demokrasiyê dê bidome."
Piştî axaftinan heyet ber bi Bedlisê ve derketiye rê. (EMK/FD)