Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Huda Kaya, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê lêpirsîna li ser Baroya Enqereyê hatiye destpêkirin li Meclîsê axiviye ku Serokatiya Kar û Barên gilî kiribû û lêpirsîn bi vî awayî hatibû destpêkirin.
Kayayê bertek nîşanî daxuyaniya Dîyanetê ya derbarê LGBTİ+yan de daye û gotiye, “Heke Diyanet dixwaze karê xwe bike, heke Diyanet dixwazê li ser navê olî biaxive, bila ji diziyê û ji destdirêjiya li zarokan tê kirin, biaxive.”
Hûn ne xwediyê pîrozmendiyan in
Kaya diyar kiriye ku her wekî Serokatiya Kar û Barên Diyanetê Baro jî dikarin derbarê tiştekî de nêrînên xwe bibêjin û wiha berdewam kiriye: "Hûn dibêjin em muhafezekar in, em xwedî li pîrozmendiya malbatê derdikevin lê hûn nikarin bi van gotinan xwe bikin xwediyê pîrozmendiyan. Gotinên Serokê Giştî yê AKPyê jî herin ji înternetê bixwînin.
Serokatiya Diyanetê ne rewa ye
"Diyanet saziyeke wisa nîn e ku min ango misilmanekê temsîl bike. Ne meşrû ye. Hema ew qas ewlehiya me pê nayê ku dersên olî jî bide zarokên me. Diyanet nikare li ser navê me tiştekî bibêje. Heke Diyanet fikra xwe dibêje, Baro jî dikarin fikra xwe bibêjin.
Qala tecawizkirina zarokan bikin
"Hûn nikarin li ser navê Îslamê fikra mezhebperest û Emewîperest li vê civakê ferz bikin. Heke Diyanet dixwaze karê xwe bike, heke Diyanet dixwazê li ser navê olî biaxive, bila ji diziyê û ji destdirêjiya li zarokan tê kirin, biaxive.
"Divê mafên wan zarokan biparêze ku li kursên Quranê tecawiz lê tê kirin. Divê têkildarî gendeliyê, têkildarî mirovên belasebep tên qetilkirin, biaxive. Divê li ser mafê ramanê û azadiyê biaxive ku di Quranê de bingeha mafên mirovan in. Diyanet hemû xirabiyan li navendekê kom dike lê ev yek dê wê meşrû neke." (RT/AY/FD)