Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Muazzez Orhan, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê di 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de 17 pirs pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiribû. Serokatiya Parlamentoyê piştî sê mehan tenê bersiva sê pirsan daye.
Orhanê di daxwaznameya xwe de xwestibû ku Ziya Selçûk, Wezîrê Perwerdeya Netewî bersiva pirsên wê bide. Wezaretê bersiva van pirsan şandiye: “Di sala 2020an de li Tirkiyeyê hejmara jinên nexwende çend e? Li dibistanan çend jin weke midûr û alîkara miduran hatine wezîfedarkirin?”
Bersivên Wezareta Perwerdeyê ji pirsan wiha ne:
“3 jin li midûriyetên karûbarên perwerdeyê yên parêzgehan kar dikin, li navçeyan jî ev hejmar 14 e. Li rêxistinên me yên derveyî welêt jî 6 karmend weke nûner dixebitin. Li dibistan û saziyên fermî yên Wezareta me rêjeya jinên ku weke midûr kar dikin ji sedî 9.55 e. Rêjeya yên ku weke alîkara midûran kar dikin jî ji sedî 2.11 e.”
Orhanê di heman demê de ji Bekîr Pakdemîrlî, Wezîrê Çandiniyê û Daristanan jî xwestiye ku rêjeya karmendên jin ên di Wezaretê de aşkere bike.
Wezaretê di bersiva xwe de diyar kiriye ku li navçe û navendan 16 hezar û 736 jin kar dikin û tenê tu jin weke midûrên karûbarên çandiniyê, li bajaran wezîfedar in. (EMK/FD)
Wêne: cicicee.com