Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsînnameyek daye destpêkirin û ji bo 8 kesan biryara desteserkirinê daye. Li gorî lêpirsînnameya ku Serdozgeriyê amade kiriye hin kesan îfade li ser wan dane, beşdarî xwenîşandan, çalakiyên protestoyî yên weke rûniştinê û protestokirina qeyûman bûne daxuyaniyên çapemeniyê dane.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Gulistan Nazlier, Endame Komeleya Jinan a Rosayê ya ji bo wê biryara desteserkirinê hatiye dayîn, ji bo îfadeya xwe bide çûye Qereqola Abaliyê û li vir hatiye desteserkirin.
Duh jî (7ê Hezîranê) polîsan li Amed, Çinar û Çewlikê bi ser malan de girtibû û Eşref Mamedoglu, Endamê Meclîsa Partiyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ramazan Dengîz, Endamê Partiya Meclîsa Partiyê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Sûzan Îşbîlen, Endama Komeleya Jinan A Rosayê, Hasan Kale, Rêveberê berê yê HDPyê û Hasan Hayri Eroglû, Serokê Saxa Hejmar 1ê yê Amedê yê DÎSK Genel-İşê hatine desteserkirin.
Biryara astengkirinê ya hevdîtina bi parêzeran û biryara nepenî ya dosyaya van kesan ji bo 24 saetan hatiye dayîn û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Her weha di dema serdegirtina malan de polîsan dest danîne ser gelek pirtûk, kovar, ajanda, SIM kartan, laptop û hin kelûpelên elektronîkî.
Sûzan Îşbîlîr, Endama Komeleya Jinan a Rosayê, ji ber ku nexweşa KOAHê ye û ji ber metirsiya belavbûna nexweşiya koronayê ango Covid-19ê, ew xistine hicreyeke bi tenê.
18 kes hatibûn desteserkirin
Beriya niha jî, di 22yê Gulanê de polîsan bi ser malên endam û rêveberên HDP, DBP, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Rosayê de girtibûn.
18 kes hatibûn desteserkirin. Mehmet Arslan û Gulcîhan Şîmşek, Hevserokên Berê yên DBPyê jî di nav de 12 kes hatibûn girtin. Ayla Aka Ata, Parlamentera Berê ya HDPyê û 5 kesên din bi şertê kontrola edlî serbest bûbûn. (RT/FD)