Fotograf: Selahattin Demirtaş / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji ber gotinên wî yên di dema dadgehkirinê de ji bo Selahattin Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lêpirsînnameyek amade kiriye.
Mahsûnî Karaman, parêzerî Demîrtaşî zanyariya lêpirsînnameyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandiye. Karamanî di mesaja xwe de gotiye: “Mala Xwedê ava me dît ku ji ber gotina ‘Hûnê li pêş dadgehê hesap bidin’ lêpirsînnameya terorê hatiye amadekirin. Wê gavê em dubare bikin, ji bo vê lêpirsînnameyê jî dê hesap bidin.”
Paraznameya Demîrtaşî
Demîrtaş di 7 û 8ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de derketibû pêşberî heyeta 19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê kul i Kampusa Girtîgeha Sîncanê dadgeh hatibû danîn.
Demîrtaşî li vir di paraznameya xwe de wiha gotibû:
“Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê operasyona derbarê min de bi rê ve dibe. Bi xwe du caran biryara girtina min daye û ev birêxistin kiriye. Ez bi hemû hûrgiliyên wê dizanim ku bê cara duyem çawa hatime girtin. Serdozger Yuksel Kocaman û alîkarê wî. Me giliyê wan kir. Yuksel Kocaman Xwedê ji ji wê Qesra ku tu pê bawer î mezintir e. Wê çerx bizîvire, gel heye. Dema ku sendoq hate danîn, ew çiyayê ku te pişta xwe daye wê bibe giya. Tê hesabê van tiştan li pêş dadgehê bide. (EMK/FD)