Fotograf: Bilal Seçkin
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji hesabekî bikarînerê wê nehatiye diyarkirin, peyama wêneyê qûtiyek tije gule bi têbiniya “Şewbaş hewal, mirin tu JÎTEM. Hûn jê hez dikin” ji Ayhan Bîlgen, Hevserokê Şaredariya Qersê re hatiye şandin.
Her weha di profîla hesabê kesê gefxwar de wêneyê Mahmût Yildirim, endamê JÎTEMê cîh heye. Mahmût Yildirimê ku bi navê Yeşîl tê zanîn di salên 1990î de gelek kes kuştibû û bi gelek kesan jî işkence kiribû.
15 yıl önce MAZLUMDER çalışmalarında da benzer tehditlere tanıklık ettik.Onlar alışkanlıklarından vazgeçmediği gibi bizim açımızdan da değişen bir şey olmadı.Demirden korkan trene binmez. https://t.co/K4EtD4UbuQ
— Ayhan Bilgen (@ayhanbilgen) May 16, 2020
Ayhan Bîlgen, Hevserokê Şaredariya Qersê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiv daye vê peyama gefxwarinê û wiha gotiye: “Me berî 15 salan di xebatên MAZLUM-DER’ê de şahidiya heman tehdîtan kir. Çawan ku ew dest ji hînbûnên xwe bernadin, ji bo me jî tu tişt nehatiye guhertin. Yên ji hêsin ditirsin siwarî trenê nabin.”
Bişar Abdî Alinak, Parêzerê Bîlgenî, diyar kiriye ku ew ê roja duşemê derbarê peyama haiyet şandin de, gilî bikin.
Mehek berê jî êrişî şaredariya Qersê kiribûn
Di 19ê Nîsanê de jî kesên bi navê Z.B., F.E. û li gel kesekî dinê ku nasnameya wî nehatiye diyarkirin êrişî şaredariya Qersê kiribûn. Ev kesena sebiqeya wan ji ber kuştin, kirina sûcên maddeyên hişber û xespê hene. (RT/AY/FD)