Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî ji bo şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajarê Sêrt, Hawêlê, Misirce, Vartinîsê û Îdirê qeyûm wezîfedar kiriye.
Li gorû nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Hevseroka Şaredariya Sêrtê Berîvan Helen Işik, Hevserokê Şaredariya Hawêlê Ramazan Sarsilmaz, Hevserokê Şaredariya Misirceyê Baran Akgul, Vartinîsê Casîm Bûdak û Serokê Şaredariya Îdirê Yaşar Akkûş ji kar hatine avêtin û li şuna wan qeyûm hatiye wezîfedar kirin.
Waliyê Sêrtê, Ali Fuat Atik jî ragihandiye, ku qeymeqamên wan navçeyan wek qeyûmê şaredariyan hatine erkdarkirin.
Ji bo Sêrtê, walîyê Sêrtê Alî Fûat Atîk, Qaymeqamê Hawêlê Mehmet Tunç û Qaymeqamê Misirceyê Îhsan Emre Aydın li şûna şaredarên HDPyî yên ji kar avêtî, wek qeyûm hatine destnîşankirin.
Heta niha ji 45 şaredariyên HDPyê qeyûm hatine wezîfadarkirin
Hevşaredarên Sêrtê Berivan Helen Işik û Peymandara Tûrhan, Hevşaredarên Îdirê Yaşar Akkuş û Eylem Çelîk, Hevşaredarên Hawêlê Ramazan Sarsılmaz û Ozden Gulmez û Hevşaredarên Misircê Baran Akgul û Esmer Baran û karmendê Şaredariya Sêrtê Eşref Tekîn ji aliye polîsan ve hatine desteserkirin.
Ji hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2019ê heta niha bi sedema ku KHKyî ne qeyûm li 45 şaredariyan hatine wezîfedarkirin ku 6 ji wan mazbatayên wan nedabûne wan.
Wezareta Navxweyî derbarê tayînkirina qeyûman de daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku wan qeyûm tayînî şaredariyên navborî kirine. (EMK/AY/FD)