Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Enternasyonala Pêşverû, 11ê Gulanê bi erka yekbûn, rêxistinîbûn û tevgerê wê dest bi xebatê bike.
Bername
Hewldana avakirina Enternasyonelê bernameya xwe aşkere kiriye. Li gorî vê bernameyê, di meha gulanê de wê malper bê vekirin, Encumena Şêwirmendan û bernameya vekirinê diyar bibe.
Piştre serdema “avakirin”ê tê: Dê komên xebatê bicivin, navenda nûçeyan wê nûçe û daxuyanîyan parve bike û çalakîyên endamên Tevgerê bêne destekkirin. Di Îlonê da jî dê ji bo sazkirinê “Civîna Mezin” pêk were.
Sazkirina Enternasyonalê
Civîna mezin, dê piştî banga DIEM25 û Enstîtuya Sandersê -heke şewb destûrê bide-, heyva Îlonê li Reykjavika paytexta Îzlandayê çêbibe.
Encumena Şêwirmendan bi mebesta analîzkirina arîşeyên sedsala 21. û diyarkirina meyla stratejik ya hewldanê, bi mazûbanîya Serokwezîtê Îzlandayê û Tevgera Çepgiran-Keskparêzan, dê li hev bicivin.
Zêdeyî 50 şêwirmendî dê beşdarîya civînê bibin; Katrín Jakobsdóttir (Serokwezîra Îzlandayê), Fernando Haddad (Şaredarê São Pauloyê [Brezîlya] yê berê), Aruna Roy (Damezrînera MKSSyê), Noam Chomsky (Profesor, Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachussetsê), Vijay Prashad (Rêvebirê Giştî yê Tricontinentalê), Yanis Varoufakis (Parlementerê Yewnanîstanê), Elizabeth Gómez Alcorta (Arjantîn, Wezîra Jin, Zayenda Civakî û Çeşîtdarîyê), Pierre Sané (Serokê Sazîya Xeyala Afrîkayê), Naomi Klein (Nivîskar), Varshini Prakash (Rêvebirê Giştî yê Tevgera Rojhilatinê) û ji Tirkîyeyê Ertuğrul Kurkçu (Serokê Şanazîn yê HDPyê) û Ece Temelkuran (nivîskar) jî dê beşdar bibin.
Li gorî nêrîna hewldana Enternasyonala Pêşverû, "Pêla Protestoyan a Kurewî" ya di sala 2019ê de pêk hat, şert û mercên eniya têkoşîna hevbeş li seranserê cîhanê derxistiye holê û bipêş de biriye. Hewldan vê rewşê ji xwe re weke bingeh dibine. (APA/AY/FD)