Fotograf: Federasyona Komeleyên Dêrsimê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sezgîn Tanrikulu, Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) û Tulay Hatimogullari, Alîgira Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji Komîsyona Gel û Baweriyan berpirsyar, têkildarî salvegera 83yan a Komkujiya Dêrsimê daxuyanî dane. Komkujiya Dêrsimê di 4ê Gulana 1937an de dest pê kiribû û heta 1938an dewam kiribû,
“Hemû belgeyên diyar û nehênî vekin”
Sezgin Tanrikulu, Parlamenterê CHPyê daxwaza guherandina zagonê kiriye ku pêşniyara xwe daye Serokatiya Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê daxuyaniyek daye. Tanrikuluyî tê de wiha gotiye:
“Divê bûyerên li Dêrsimê di sala 1938an de qewimîne, ji hêla siyasetmedar, lêkolîner û akademîsyenan ve bên nîqaşkirin. Sedema sereke ya bidawînebûna van nîqaşan ew e ku dewlet belgeyên têkildarî mijarê yên di arşîvên xwe de ji bo lêkolîneran pêşkêş nake.”
“Li gorî baweriya me, ji bo zelal bibe bê ka li Dêrsimê ji sala 1926an heta 1940î çi qewimiye û di kîjan astê de bûye, divê di serî de hemû agahî û belgeyên heyî di bin banê Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê de bên komkirin û ji wê derê jî ji bo xizmeta hemû lêkolînerên xwecih û yên bîyanî bên pêşkêşkirin.”
HDP: Bila belgeyên keçên winda yên Dêrsimê bên aşkerakirin
Li ser navê HDPyê jî Tulay Hatimogullarî, Alîkara Hevseroka wiha gotiye:
“Gelê Dêrsimê navê komkujiya 37-38an kir Tertele ku bi wateya wêranî û tunebûnê ye. Ew komkujiya mezin wek Roza Şaye anku ‘roja reş a duyan’ kete nav rûpelên dîrokê û piştî Komkujiya Ermenan li Tirkiyê komkujiya herî mezin e û bi vî awayî di nav rûpelên dîrokê de wek şermekê cihê xwe girt.”
“Di 25ê Kanûna 1935an de zagona bi hejmara 2884an a “Têkildarî Îdareya Wîlateya Tunceliyê” hate derxistin, ji bo herekata ‘tedîp’ û ‘tenkîl’ê çarçove hate danîn. Bi Zagona Tunceliyê bi awayekî resmî navê Dêrsimê hate guherandin û bi biryara Lijneya Wezîran a 4ê Gulana 19373an jî bi deh hezaran kes hatin qetilkirin.” (RT/AY/FD)