Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) beriya hijbijartinên ku dê di 3ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de pêk were, Barnie Sandersê sosyalîst, berendamê Serokatiyê yê Partîya Demokratan eşkere kiriye ku wî dest ji berendamtîyê berdaye.
Bi vî awayî Joe Bîden bi tenê weke berendamê Demokratan maye.
Partiya Demokratan wê di hefteya 17ê Tebaxê de li bajarê Mîlwaukeeya eyaleta Wîsconsîneyê bi fermî endamê xwe eşkere bik.
Partîya Komarparêzan jî di 24-27ê Tebaxê de li bajarê Charlotteya Bakurê Carolînayê kongreyekê wê pêk bînin û wê di kongreyê de Donald Trump, Serokê niha weke berendamê fermî yê partîyê eşkere bikin.
Li wî welatî di hilbijartinên 3ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de ki bi ser bikeve dê di 20ê Kanûna Paşîyê ya 2021an de li Qesra Spî li ser kursiyê serokatîyê danişe.(EKN/AY/FD)