Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ebrû Gunay, Berdevka HDPyê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistîye û geşedanên di nava hefteyê de nirxandîye. Gunayê di destpêkê da polîtikayên AKPyê yên şer û qeyranê rexne kirîye û wiha gotîye: “ Emê di parastina xwe ya li dijî şer aştî, dijî mirinê jiyanê û dijî tecrîdê azadiyê da berdewam bin. Di vê çarçoveyê da em bang li hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazin û bang li hemû rêxistinên demokrasiyê dikin ku helwesta xwe ji aştî, demokrasî û diyalogê ra pêş bixin. Em carek din AKPyê hişyar dikin. Em dixwazin bi lez dest ji van polîtîkayên şer berdin. Ev şer û polîtîka zerarê dide civaka Tirkîyeyê. Israra di vî şerî û van politikayan da zerarê dide pêşeroja Tirkiyeyê. Divê bi lez dest ji polîtîkaya dijminantîya Kurdan berdin. Divê dest ji polîtîkayên Sûryeyê berdin.”
"Heftaya borî hefteya jinan bû"
Gunayê, bal kişandîye ser pîrozbahîyên 8ê Adarê û weha axivîye: “HDPyê amade ye ku xeta demokrasî û aştiyê pêş bixe. Hefteya borî hefteya 8ê Adarê bû. Tirkiye bû şahidê çalakiyên rengîn û bi coş. Em carek din jinan silav dikin. Jinan bi çalakî û daxwazên xwe mohra xwe li hefteya borî xist. Li hefteya pêş me jî cejna newrozê heye. Newroz ji bo hemû gelan cejna roja nû û roja raperînê ye. Lê em bi vîrûsa covîd-19yê ra rû bi rû ne.”
"Em ê coşa Newrozê û ya 1ê Gulanê bikin yek"
Gunayê derbirîye, ji ber vîrûsa covîd-19yê wan pîrozbahîya newrozê taloq kirine û wiha pê de çûye: “ Vîrûsa covîd-19yê li hemû cîhanê belav bûye û li Tirkiyeyê jî hatîye dîtin. Ji ber vê yekê me pîrozbahiya newrozê ya bi girseyî ji nû ve nirxand. Ji ber metirsîyên heyî me tenduristîya gel esas girt. Me biryar da ku emê dîroka pîrozbahîya newroza îsal ji ber tenduristiya gel bi paş de bavêjin. Ev ji bo me biryarek pir zahmet bû. Emê coşa Newrozê bibin qada 1ê Gulanê. Newroz cejna berxwedanê ya sedsalan e. Roja raperina gelan e. Cejna gel e. Gel dizane dê çawa Newrozê pîroz bike. Gel dê Newroza xwe li malên xwe, li kolanên xwe pîroz bike. Ji ber hebûna vîrûsê divê gel bi tevdîr newroza xwe pîroz bike.”
"AKP li hember vîrûsa covîd-19yê tevdîran nagire"
Gunayê, polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî vîrusa covîd-19yê jî rexne kirîye û gotîye: “Pergala heyî, gel di nava şer û alozî da mehkûm dike, li hemberî van gefên li dijî tenduristiyê gel bê tedbîr dihêle. Wezareta Tenduristiyê jî li gorî tê xwestin tevdîran nagire. Em dixwazin xebatên xwe zelal û eşkere bimeşîne û tendirustîya gel esas bigire.”
"Divê hemû girtî serbest bên berdan"
Gunayê dirêjî daye bi axavtina xwe û destnîşan kirîye: “Me helwesta hikûmeta AKPyê ku tenê xwe esas digire, di erdheja Wanê û gelek geşedanên civakî û xwezayî da dît. Em dixwazin ku hikûmet bi lez dest ji berjewendiyên xwe yên siyasî berde û xizmeta li dijî vê vîrûsê bê pere bide. Dîsa ji ber vê vûrûsê divê hemû girtî serbest bên berdan. Em naxwazin tenduristiya gelê xwe têxin metirsî yê.” (AY/FD)
* Çavkanî: MA