Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
4em Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh (23yê Sibatê) li Enqereyê pêk hatiye.
Di Kongreyê de ji bo Hevserokên Giştî yên nû hilbijartin hatiye kirin. Ji hezar û 18 delegeyan 838 delegeyan deng dane û di encamê de Mithat Sancar û Pervin Buldan bi dengên 836 delegeyan weke Hevserokên Giştî yên Nû hatine hilbijartin.
Di heman Kongreyê de her weha endamên Meclîsa Partiyê, Lijneya Disiplînê ya Navendî û Lijneya Lihevanînê jî hatine hilbijartin.
Kongreya HDPyê li Enqereyê li Salona Sporê ya Enqereyê pêk hatiye. Di kongreyê de peyama Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên Giştî yên Berê yên HDPyê hatine xwendin.
Her weha Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Aysel Tûglûk, Çaglar Demîrel, Gulser Yildirim, Edîbe Şahîn, Selma Irmak, Nûrhayat Altûn ji Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê peyamek hevpar şandine kongreyê û ev mesaj jî hatiye xwendin.
Dîsa Parlamenterê HDPyê yê berê Îdrîs Balûkenî jî ji Girtîgeha Sîncana Enqereyê nameyek ji bo kongreyê şandiye.
Ji Herêma Kurdistanê û Rojavayê jî peyam hatine şandin
Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji Herêma Kurdistanê Tevgera Gel a Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, Tevgera Goran, Rêxistina Jİnên Azad a Kurdistanê, Partiya Keskan a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê peyam ji bo kongreya HDPyê rê kirine. Peyama Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê jî hatiye xwendin.
Nûrenên partiyên siyasî ji 28 welatan beşdar bûne
Li gel partiyên siyasî û rêxistinên civaka medenî yên li Tirkiyeyê, nûnerên partî û rêxistinên ji 28 welatan jî beşdarî kongreya HDPyê bûne ku ew jî ev in: Tunus, Filistîn, Urdin, Fas, Qibris, Swêd, Şerîaya Rojava, Fransa, Galiçya, Almanya, Avustralya, Libnan, Yewnanistan, Bask, Mısır, İtalya, Katalonya, Danimarka, Norvêç, Ingilîstan, İskoçya, Portekiz, Finlandiya, Swîsre, İspanya, Ermenistan û Iraq. (RT/FD)