Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Heyeta ku di bin serokatiya Ibrahim Kalin, Berdevkê Serokomariyê de, heyeta ku di bin serokatiya Alensadr Lavrentyev, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Rûsyayê de, li Serokomariyê civînek pêk aniye.
Civîn nêzîkî du saetan berdewam kiriye. Di civînê de li ser rewşa dawî ya Idlibê gotûbêj hatiye kirin.
Li gorî nûçeya ku di Ajansa Anadolûyê de hatiye weşandin, heyeta Tirkiyeyê êrîşa duh (10ê Sibata 2020an) li Idlibê li ser leşkerên tirkan pêk hatiye rexne kiriye û gotiye ev êrîş nayê qebûlkirin. Heyetê her weha daxwaza sekinandina êrîşan kiriye.
Duh 5 leşker miribûn
Şêwirmendiya Çapemeniyê û Têkiliyên Bi Gelî re ya Wezareta Berevaniya Netewî daxuyaniyek belav kiribû go gotibû Artêşa Sûriyeyê li Taftanazê, li bakurêê Idlibê êrîş kiriye û di encama vê êrîşê de 5 leşker mirine, 5 leşker jî birîndar in.
Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku “hedefên hatine tespîtkirin hatine topbaran û bombebaran û bersiva êrîşê hatiye dayîn. Hedef hatine rûxandin.”
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku 5 leşker jî birîndar bûne.
Berê jî 8 kes miribûn
Li Idlibê di 3yê Sibatê de jî li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Netewî leşkerên Sûriyeyê gule bera dabûn û yek jê sivîl, heft leşker, li ser hev heşt kes miribûn. (EKN/FD)
* Fotograf:AA/Arşîv