Li Iraqê Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê ku dest ji kar berdayî gotiye, ji bo hêzên biyanî ji welêt werin derxistin Iraq di qonaxa amadekirina gavên qanûnî û proseduran da ye.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji hikûmeta Iraqê hat dayîn, Ebdulmehdî bi têlefonê bi Jean-Yves Le Drian Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re axiveye.
Di axaftinê de Ebdulmehdî gotiye ku rayedarên Iraqî yên saziyên cuda cuda ji bo sepandina biryara ku parlamentoyê da ye, amadekariya prosedurên hewcedar dikin.
Bixwîne - Trumpî ji Iraqê re gotiye: "Em ê dorpêçên giran bisepînin"
Herdu alî di çarçoveya paşeroja têkiliya navbera koalîsyona navneteweyî û rêzgirtina desthilatdariya Iraqê de li ser şerê dijî DEAŞê sekinîne û Le Drianî destnîşan kiriye ku divê meriv li ser vê mijarê hûr û kûr bifikire.
Koalisyonê xebatên perwerdeyê daye sekinandin
Koalîsyona li dijî DEAŞê ya ku Amerîka pêşengiya wê dike, daxuyandiye ku wan li ser rageşiya li Iraqê zêde bû, xebatên perwerdeyê yên li welêt daye sekinandin.
Berdevkê Hevpeymaniya Fetih jî dibêje, di civîna bê de, em ê rêkarên din ji bo bidawîanîna Rêkeftina Ewlehî ya Iraq û Amerîkayê didine ber xwe.
Ehmed Esed, Berdevkê Hevpeymaniya Fetihê jî gotiye, “Bi amadebûna birêz fermandeyê giştî yê Hêzên Çekdar, biryar hatiye dan ku hikûmet, bi bidawîanîna hebûna biyaniyan li Iraqê, bê pabendkirin. Di civîna bê de, Parlemento rêkarên bidawîanîna bi Rêkeftina Ewlehî dide ber xwe, ligel daxwaza girtina balyozxaneya Amerîka ku rê neyê dan bi ti destêwerdaneke eşkere ku heta niha Amerîka hewl li ser Iraqê bike.”
Parlamenterên sunne û kurdan boykot kiriye
Ligel wê yekê, ku piraniya parlementerên Sunne baykota civînê kir, lê Sunneyên ku nêzîkî Şîeyan têne dîtin, li wê civînê beşdar bûn, tirsa xwe ji encamên wê biryara Parlementoyê neveşart.
Ehmed Cerba, Serokê Fraksiyona Projeya Erebî gotiye, “Piştî wê biryarê, gelo garantî û karîna hikûmetê û Hêzên Ewlehî heye ji bo parastina asayişê û nevegera rêxistinên tawankar bo parêzgehên me? Gelo piştî wê biryarê, fermandeyên leşkerî û ewlehî, ku em rêzê li wan digirin û bi xurtî em piştgiriya wan dikin, dikarin tiştekî bikin, ji bo ku Iraq aram be, yan jî hinek alî kar dikin ji bo bihêzkirina hinek grûp û hêzan ku ji dewletê xurtir bin.”
Fraksiyonên kurdan li civînê amade nebûne, ew biryarê guncaw nabînin û bi nerîna wan, hêj pêwîstiya Iraqê bi mana hêzên Hevpeymanan heye.
Parlementerê Kurd û endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê li Parlementoya Iraqê, Nasir Herkî ji Rûdawê re ragihandiye: "Artêşa Iraqê, niha nikare karê pêwîst ji bo parastina serweriya Iraqê bike. Serokwezîr jî kesekî karbirêker e û desthilata wî ya biryara derxistina hêzên biyanî nîne. Hêzên leşkerî jî weke pêwîst biryarên serokwezîr cîbicî nakin, ji bo berevaniyê. Ji aliyê rahênanê û cebilxaneyan ve jî, amadebûna temam a Artêşa Iraqê nîne.”
Çi bûbû?
Duh li parlamentoya Iraqê rûniştina derasayî hatibû kirin û bi pirdengî biryar hatibû dayîn ku hêzên Amerîkayê û yên biyanî ji welêt werin derxistin.
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) daxuyandibû ku Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis di êrîşa ku nêzî Balafirgeha Bexdayê hat kirin da hatin kuştin.
Di êrîşê da digel Silêmanî û efserên Îranî, 5 Iraqiyên ku Mihendis jî di nav wan ne va bi tevahî 10 kes hatibûn kuştin. (FD)
Çavkanî: AA, Rûdaw