Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêberê Îranê Elî Xamaneyîyî îdia kiriye ku Amerîkayê DAIŞ ava kiriye, piştî Heşdî Şeibîyê ew rêxistin têk biriye Amerîka tolê ji Heşdî Şeibîyê dihilîne.
Duhî xwenîşanderan êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kiribû. Li ser vê yekê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trumpî Îran bi piştevaniya wan êrîşan sûcdar kiribû.
Xamaneyîyî bersiva Trumpî daye:
“Ka bifikirin gelo Amerîka li Sûriyeyê û Iraqê çi dike. Heşdî Şeibîyê rêxistina wan[Amerîkayê] ava kirî têk biriye. Vê carê ew hewil didin tolê ji Hejdî Şeibîyê hilînin.”
Xwenîşander ji ber derîyê balyozxaneyê çûne
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihandiye ku temamê wan alîgirên Heşda Şebî ya nêzîkî Iranê ku li ber devê Balyozxaneya DYAyê ya li Bexdayê xwepêşandan li dar dixistin, ji herêmê çûne.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, "Xwepêşanderên li ber devê Balyozxaneya DYAyê û derdora wê hemiyan konên xwe jî rakirin û ji herêmê dûr ketin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xwepêşandan bi dawî bû û asayişa Balyozxaneya DYAyê jî ji aliyê hêzên Iraqî ve hat pêkanîn.
Barzanî: Nayê qebûlkirin
Serokê Herêkma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî destnîşan kiriye ku êrîşa milîsên Heşda Şebî ya li dijî Balyozxaneya DYAyê ya li Bexdayê nayê qebûlkirin.
Li ser malpera fermî ya Serokatiya HKIyê derbarê êrîşa li dijî Balyozxaneya DYAyê ya li Bexdayê daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de Barzanî wiha gotiye:
"Êrîşa li dijî Balyozxaneya DYAyê ya li Bexdayê ku berjewendiyên Iraqê dixe xetereyê, nayê qebûlkirin. Em bi fikareke kûr bûyerê dişopînin."
Barzanî destnîşan kir ku xwepêşandanên sivîl mafekî yasayî ne lê hedefgirtina balyozxane û misyonên dîplomatîk bi tevgerên bêserûber weke gavên gelekî xetere bi nav kir.
Serokê HKIyê Barzanî bibîr xist ku DYA û Hevpeymana Navneteweyî di warê rizgarkirina Iraqê de û dserkeftina li hember DEAŞê de hevkarên giring ên stratêjîk ên Iraqê û herwiha yê HKIyê ne. Di warê berengariya terorê û parastina berjewendiyan de hêjî pêdivî bi piştevaniya terefên navborî heye.
(EKN/MB)