Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li New Yorkê, dadwerekî federal yê li Manhattanê daxwaza Halkbankê, banka dewleta Tirkîyeyê, red kiriye ku bankeyê daxwaza sekinandina dadgehkirinê kiriye. Doz bi sedema şikandina toleyên aborî yên li ser Îranê hatibû vekirin.
Li gorî nûçeya beşa kurdî ya Dengê Amerîkayê, Dadwer Richard Bermanî gotiye ku ger doz berdewam be wê zarareke nevegerandî li Halkbankê çênebe.
Bixwîne - DYAyê doz li Halkbankê vekiriye
Wî herwiha destnîşan kiriye ku sînorkirina zîyanên ekonomîk û li ser prestîja Halkbankê wê tenê bi bersîvdana wê ya demûdest ya hember îdiayên dijî wê pêkan e.
Berman bi berdewamî gotiye ku bidawîkirina vê doze û ronîkirina rola Halkbankê di şikandina cezayên ser Îranê û transferkirina 20 mîlyar dolar diravên îranî yên bin toleyan de di berjewendîya xurt ya civakê de ye.
Parêzvanên Halkbankê heta niha eşkere nekirine ku wê bersivê bidin tawanên sextekarîya federalî û paqijkirina diravan an na.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Herêma Başûr a New Yorkê bi tohmeta ceza û dorpêçên ser Îranê binpê kiriye, xwestibû Halkbank were cezakirin.
Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku Halkbankê di 6 xalan de sûc kiriye û xwestibû li beramberî van tohmetan banke xwe biparêze.
Serdozgeriyê Halkbank bi fêl û hîle, spîkirina pare û binpê kirina cezayên ser Îranê tohmet kiribû û gotibû ku divê banke li dadgeheke amerîkî bersiva îdiayan bide.
Serdozgeriyê li ser hesabê xwe yê Twitterê û malpera fermî daxuyaniyek weşandiye ku behsa îdianameya ji 45 rûpelan tê de kiriye.
Serdozgeriyê banke bi binpêkirina van tiştan tohmet kiriye:
* Ji bo DYAyê bixapîne komplo pêkaniye
* Ji bo Yasaya Heza Ekonomîk a Lezgîn a Navnetewî (IEEPA) binpê bike komplo kiriye
* Dêlkbaziya bankevaniyê
* Ji bo dêlkbaziya bankevaniyê komplo kiriye
* Spîkirina pereyan
* Ji bo pereyan spî bike komplo kiriye. (TP/FD)