Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan li ser Sûriye û Libyayê axiviye
Wî gotiye:
"Meclis çawa vebe karê ewil em ê tezkereya şandina eskeran pêşkêşî Meclisa xwe bikin."
"Ciyê ku em bên vexwendin em ê herin, ciyê ku em neyên vexwendin em naçin. Niha ji ber ku vewxendin heye em ê îcabet bikin. Meclis çawa vebe karê ewil em ê tezkereya şandina eskeran pêşkêşî Meclisa xwe bikin."
"Ewana alikariya baronekî şer dikin, ji bo hikûmeta meşrû ya Lîbyayê em îcabetî dawetê dikin. Ferqa me ev e."
"Bi Tirkiyeyê nakeve ku bi pey tiştên biçûk bikeve. Qanal Stenbol projeyeke wiha ye. Ji bo pêvajoya proje û çêkirina Qanala Stenbolê amadehiyên me li ber kutabûnê ne. Înşeallah di demek nêz da ji bo vê wê derkevin îhaleyê jî. Ji bo ku ji dewletê ra nebe bar wê bi modela çêke-bixebitîne-dewr bikeyê çêbibe, heke me nedît jî em ê ji budçeya neteweyî çêkin."
"Rayeya biryarê di destê me da û di heman demê da di destê Meclisa Şaredariya Mezin da ye. Rayeya te tuneye."
(PT/MB)
*Çavkanî û wêne: AA