Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan li Enqere, Dîlok, Riha, Amed, Êlih, Agirî û Semsûrê bi ser gelek malan de girtiye û gelek kes desteser kiriye. Di nava kesên desteserkirî de parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveberên heman partiyê û yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Mafên Mirovan û Sendîkaya Kedkarên Hizmetguzariya Tenduristî û Civakî (SES) hene.
Kocaelî
Li Kocaeliyê duh (26) polîsan gelek kes desteser kiribûn ku îro hejmara desteserkiriyan gihiştiye 23yan. Di nava kesên desteserkirî de endam û rêveberên HDPyê û parêzer jî hene. Kesên desteserkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Kocaeliyê tên girtin û biryara nepenîtiyê li ser dosyaya wan heye.
Enqere
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Enqereyê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtine, rêveber û endamên HDP, ÎHD û SESê jî din av de 11 kes desteser kirine.
Kesên ku nehatiye zanîn ji ber çi hatine desteserkirin, birine Şaxa Dijterorê ya Miduriyeta Polîsan a Enqereyê. Kesên hatine desteserkirin ev in: Hevserokê Şaxa ÎHDyê ya Enqereyê Fatîn Kanat, rêveberên SESê Fîkret Çalagan û Belkis Yûrtsever, endamê Meclîsa HDPyê Bereket Kar, Endamên HDPyê Mazhar Yerlîkaya, Şehrîban Başak, Ethem Ozgan, Sabahattîn Karli, Kemal Akalin, Berfûm Çolak û Ziya Cebecî.
Parlamenterê berê yê HDPyê û rojnamegerek jî hatiye desteserkirin
Parlamenterê berê yê HDPê yê Sûmsûrê Behçet Yildirim jî di serdegirtina mala xwe de hatiye desteserkirin. Polîsan piştî lêgerîna mala wî, Yildirim desteser kiriye. Yildirim birine Miduriyeta Polîsan.
Haci Yûsûf Topaloglû, Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ku bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan de (KHK) hatibû girtin, li navçeya Kolik a Semsûrê di serdegirtina malê de hatiye desteserkirin. Polîsan di serdegirtina malê de hemû endamên malbatê li erdê dirêj kirine û berê çekan dane serê wan. Topaloglû birinê Miduriyeta Polîsan a Semsûrê.
Li Rihayê jî kesek hatiye desteserkirin
Polîsan li Taxa Şirnex a navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi ser malan de girtiye û bavê 2 zarokan, Îrfan Erdem desteser kirine. Hatiye diyar kirin ku Erdem bi hinceta parvekirinên medya civakî û bi tohmeta “propagandeya rêxistinê” hatiye desteserkirin.
Li Amedê HDPyî û BDPyî hatine desteserkirin
Li Amedê di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girtiye. Di serdegirtinên malan de Cîgirê Hevserokê DBPyê Mehmet Şirîn Tûnç û Endama Meclîsa Şaredariya Peyasê ya HDPyî Songul Dag Kapanci hatine desteserkirin.
Li Êlih û navçeyên wê, polîsan jî 25 kes desteser kirine. Di nava kesên hatin desteserkirî de namzetê HDPyê yê hilbijartina 24ê Hezîranê Şukru Baytar, Dayika Aştiyê Nûrhan Seçkîn, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî hene.
Navê kesên li tevahiya bajêr hatine desteserkirin wihane: Mahfuz Akgul, Elif Koyuncu, Şukru Baytar, Adil Erin, Mehmet Salih Turmuş, Mustafa Erol, Seyithan Tatar, Nurhan Seçkin, Murat Tekin, Fatma Kapaligoz, Yaşar Kirca, İlyas Tiryaki, Halime Çetinkaya, Ezel Aydin, Derya Arslan, Seyfettin Demirkiliç, Cengiz Firat, Guler Turhan, Zozan Adli û Rozerin Koyuncu.
Li Kercewsa navçeya Êlihê jî polîsan Nûnerê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) yê Kercewsê Mehmet Yildirim desteser kirine.
Li Agiriyê 3 kes hatine desteserkirin
Di serdegirtinên malan ên li Agirî û navçeya wê Bazîdê de jî, rêveberê HDPyê Kazim Aslan, rêveberên HDPyê yên Bazîdê Farûk Sevkan û Okan Sekirden hatine desteserkirin.
Ji 3 siyasetmedarên hinceta desteserkirina wan nehatiye zanîn Aslan birin Miduriyeta Polîsan a Agiriyê û Serkan û Sekîrdan jî birin Miduriyeta Polîsan a Bazîdê. Serokê Şaxa Çandiniyê Orkam-Sen a Agiriyê Hanîfî Demîr jî, li Agiriyê hatiye desteserkirin.
Li navçeya Berwariyê jî Halît Pomen, Bahyettîn Okûr, Bedrî Şahbûdak, Zeydîn Eksîk, Kenan Yavûz, Hacû Tûkat û Mûzaffer Tûrşak; li navenda Sêrtê jî 4kes hatine desteserkirin. (RT/FD)
Fotograf: AA/Arşîv