Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî di bin serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî de hatiye lidarxistin. Piştî civînê danezanek hatiye belavkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, di danezanê de hatiye gotin ku "heta Herekata Kaniya Aşitiyê bigihe armanca xwe wê bidome. Ji bo sivîl zirarê jê nebînin hemî cure tedbîr tên sitendin."
Herwiha hatiye diyarkirin ku welatên aliyên rêkeftina "herêma ewle" ya li Sûriyeyê ne, tevî herêmên Til Rifet û Minbicê divê li gorî pêdiviyên rêkeftinê tevbigerin.
Di Danezana MGKê de bi berdewamî wiha hatiye gotin: "Tirkiyeya ku di têkoşîna li dijî terorê de ji ti berpirsyarî û binbariyê nareve, têkoşîna xwe ya dijî DEAŞê, rêxistina terorê jî bi biryardarî didomîne."
Qirkirina Ermenan
"Biryarên derbarê bûyerên 1915ê yên bê esil yên ku ti mesneda wan a dîrokî û hiqûqî tune ye bi tundî hatin şermezarkirin."
"Mijarên herêmî û kurewî, di serî de yên weke Qibris û Rojhilatê Deryaya Spî ku di nava serdemê de derketin holê, hatin gotûbêjkirin, herwiha derbarê peywendiyên derve yên di vê mijarê de ji lijneyê re hatin pêşkêşkirin." (EKN/FD)