Fotograf: Ruken Tuncel / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Hundir di 19ê Tebaxê de, bi sedema ku lêpirsîn li ser wan tê meşadin, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê, ê Mêrdînê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ji wezîfeyê dûr xist. Li şûna wan qeyûm tayîn kir. Ji wê rojê heta niha, li 20 şaredariyên HDPyî qeyûm hatine tayînkirin.
Herî dawî 13ê Çiriya Paşiyê, li şûna şaredarên Yenîşehîr û Hezroya Amedê, şaredarê Hezexa Şirnexê û şaredarê Periya Mazgîrta Dêrsimê qeyûm hatin wezîfedarkirin.
Wezaretê li şûna şaredaran, qaymeqam an jî walî wezîfedar kiriye.
Şaredarên ku ji wezîfeyê hatine dûrxistin ev in:
* Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê
* Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê
* Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê
* Cîhan Karaman, Hevşaredarê Colemêrgê
* Remzîye Yaşar, Hevşaredarê Geverê,
* Semîre Nergîz, Hevşaredara Nisêbînê
* Mehmet Fatîh Taş, Hevşaredarê Pasûrê
* Kezîban Yilmaz, Hevşaredara Kayapinarê
* Gulcan Ozer, Hevşaredara Bismilê,
* Rojda Nazlier, Hevşaredara Karazê
* Yildiz Çetîn, Hevşaredara Erdîşê
* Melîke Goksû, Hevşaredara Qereyaziyê
* Mehmet Zirig, Hevşaredarê Cizîrê
* Caziye Dûman, Hevşaredara Sêrawê
* Nîlufer Elîk Yilmaz, Hevşaredara Qoserê
* Belgîn Dîken, Hevşaredara Yenîşehîrê
* Ahmet Çevîk, Hevşaredarê Hezroyê
* Songul Erden, Hevşaredara Hezexê
* Orhan Çelebî, Hevşaredarê Periyê
* Azîm Yacan, Hevşaredarê Rêya Armûşê
(HA/FD)