Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kîno Gabrîel Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gotiye ku Tirkiye agirbesta hatiye ragihandin binpê dike.
Piştî hevdîtina di navbera Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê û Vladîmîr Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê de rêkeftinek hatibû îmzekirin. Li gorî vê ragihandinê heta 150 saetan agirbest hatibû ragihandin.
Kîno Gabrîel, Berdevkê HSDyê gotiye, Tirkiye û hêzên bi ser wê ve girêdayî êrîşî sê gundan dikin ku ji derveyî herêmên agirbest lê hatine ragihandin, dimînin. Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bi hezaran sivîl neçar mane birevin.
Wezareta Berevaniyê ya Netewî ya Tirkiyeyê duh îdia kiribû ku YPG agirbest binpê dike. Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkiren ku YPGyê 42 caran ew tacîzkiriye û wan ev tişt bi rayedarên DYAyê re par ve kiriye.
Rûsyayê nexşeyek weşandibû
Piştî rêkeftina di navbera Tirkiye û Rûsyayê de Wezîrê Berevaniya Rûsyayê daxuyaniyek dabû.
Wezaretê Berevaniyê ya Rûsyayê derbarê mijarê de nexşeyek weşandibû ku tê de xalên kontrolê hatibûn diyarkirin hene. Di vê nexşeyê de her weha ew herêm hatibû diyarkirin ku wê polîsên leşkerî yên rûsan lê bimînin.
Xalên kontrolê ji derveyî wê herêma be ku Tirkiyeyê di encama operasyona li Rojavayê bi dest xistiye.
5 xalên kontrolê wê li rojavayê vê herêmê heta rojhilatê Feratê, 10 jî wê li rojhilatê Serêkaniyê heta bajarê Dêrika Hemko werin danîn.
Di heman nexşeyê de herêma wê ji hêla tirkan û rûsan were kontrolkirin û herêma ku wê HSDyê jê vekişin jî tê de bi xetên kurt kurt ên reş hatine nîşankirin.
Di vê navberê de li gorî nûçeya Spûtnîkê, rayedarekê HSDyê gotiye “Piştî çareseriya siyasî ji krîza Sûriyeyê re bê ditin, kurdên sûriyeyê amadene beşdariya nav artêşa Sûriyeyê binirxînin.”
Heman rayedarî bang li Rûsyayê kiriye ku piştgiriya çareseriya siyasî bike.
Çi bûbû?
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê duh ji bo li gel Vladîmîr Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê bicive çûbû Soçiyê. Li vir zêdetirî 6 saetan civînek pêk anîbûn û piştî wê di civîna çapemeniyê de aşkere kiribûn ku Rûsya û Tirkiyeyê rêkeftinek îmze kiriye. Li gorî vê rêkeftinê biryar hatiye standin ku hêzên kurdan wê 30 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê vekêşin.
Li gorî peymanê, li cihên ku ji derveyê operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê mane, wê hêzên parastina sînoran ên Sûriyeyê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê parastina sînorî bikin. Di rêkeftinê de behsa wî tiştî nehatiye kirin ku bê ka Tirkiye wê kengî ji derên bidest xistiye, derkeve. (PT/FD)
Fotograf: AA