Fotograf: AA/Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yûrîv Ûşakov, Cîgirê Serokdewleta Rûsyayê, derbarê hevdîtina di navbera Vladîmîr Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê û Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Tirkiyeyê de hin zanyarî bi rojnamegeran re par ve kiriye. Ûşakovî gotiye: “Weke ku tê zanîn 120 saet an jî 5 roj wê biqede.”
Ûşakovî wiha berdewam kiriye: “Em ê êdî bibînin dê ka piştî wê çi biqewimin. Jixwe dê serokên me jî di derbarê vê de biaxivin”
Ûşakovî gotiye xala herî girîng ji bo Rûsyayê ew e ku li Sûriyeyê û li herêmê aramî pêk were, ev jî bi yekbûna Sûriyeyê pêkan e û bal kişandiye serê ku divê berjewendîyên hemî neteweyan were parastin.
"Hevdîtina di navbera wan de nehatibû plankirin"
Ûşakovî bi bîr xistiye ku her du serok ji xwe tim bi hev re di têkiliyê de ne û herî dawî jî 15ê Çiriya Pêşiyê bi rêya telefonê axivîne û wiha pê de çûye: “Piştî vê axaftinê ji ber rewşa li Sûriyeyê ji bo hevdîtinê biryar hadiye girtin ku ne plankirî ye.”
Ûşakovî gotiye dê her du alî jî bi şandeyên biçûk li gel hev bicivin û axaftina xwe wisa domandiye:
"Dibe Putin û Erdogan bi tenê jî hev bibînin. Piştî wê dê xwarinekê bixwin û her du alî dê li ser kar û têkîliya navbera hev biaxivin. Piştî xwarinê dê her du serok bi çapamenîyê re bicivin.” (PT/GN/FD)
* Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye