Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) îro li Brukselê kom bûne û operasyona li ser Rojavayê nirxandine. Welatên YEyê ji ber operasyonê Tirkiye bi yekdengî şermezar kirine.
Bixwîne - Welatên ku wê nema çekan bifiroşin Tirkiyeyê
Bang kirine ku çekan nefiroşin
Civîna serokên welatên YEyê wê roja pencşemê (18ê Çiriya Pêşiyê) pêk bê û li vir jî wê li ser toleyên li dijî Tirkiyeyê nîqaş bên kirin.
Di civîna îro de Wezîrên Karûbarên Derve bang kirine û xwestine ku êdî çekan nefiroşin Tirkiyeyê.
Digel ku Almanya Fransa, Îspanya û Avûstûryayê daxwaz kiriye ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê dînin lê welatan li hev nekiriye.
Daxwaz kirine ku “operasyonê bisekinîn”
28 endamên YEyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Tirkiyeyê kirine. Welatan gotiye bila Tirkiye operasyona li ser Rojava bide sekinandin.
Hefteya borî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî kom bûbû û daxwaz kiribûn ku Tirkiye bê şermezarkirin. Lê DYA û Rûsyayê ev daxwaz veto kiribû.
Operasyona li Rojavayê
Li Pirsûsê du sivîl mirine du sivîl jî birîndar bûne
11ê Çiriya Pêşîyê li navçeya Sirûcê (Pirsûs) du bombeyên hewan teqîyane di teqînan de du sivîl mirine du sivîl jî birîndar bûne.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê sê bombe jî li zevîyên vala ketine û teqîyane. Li bajarên Mêrdîn û Rûhayê heta niho 7 sivîl mirine. 5 ji mirîyan zarok bûne.
Elif Terim û Mazlum Güneşên 11 salî li navçeya Serêkanîyê bi êrîşeka çekdarî hatine kuştin.
Putin: Çêdibe ku DAIŞîyên li kampan birevin
Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putinî 11ê Çiriya Pêşîyê li ser operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê gotiye:
“Heta niho kurdan xerdîyanîya wan dikir. Ew ê biçin. Vêca çêdibe ku DAIŞî birevin.”
“Ez ne piştrast im ka Artêşa Tirkiyeyê dê bikare vê yekê kontrol bike an no.”
“Heke ew kesên DAIŞî birevin gelo dê ber bi kû ve biçin, gelo dê bi ser Tirkiyeyê, Iraqê an jî bi ser cihên bêkontrol ên Sûriyeyê re revin? Divê em van hemiyan bizanin.”
Polîsan li Izmîrê 11 kes desteser kirine
Polîsan li Izmîrê 11ê Çiriya Pêşîyê 11 kesên ku li ser medyaya civakî li dijî “Operasyona Kaniya Aştiyê” nivîsîn desteser kirine.
Polîsan li ser 18 malên li navçeyên Aliağa, Dikili û Menemen de girtine. Li gor nûçeya AAyê welatîyên hatîn desteserkirin bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” hatine desteserkirin. Herweha ji bo hin welatîyan biryara desteserkirinê hatiye dayin û polîs li wan digerin.
Neteweyên Yekbûyî: Divê sivîl li gor hiqûqa navneteweyî bêne parastin
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, 9ê Çiriya Pêşîyê Farhan Haqî diyar kir ku divê di hemî operasyonên leşkerî de rêz li şertên Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî bê girtin
Sekreterî herweha eşkere kiriye ku krîza li Sûriyeyê divê ne bi rêyên leşkerî lê belê bi rêyeka berfireh a sîyasî bê çareserkirin.
Herweha wî diyar kiriye ku divê yekîtîya axa Sûriyeyê bê parastin.
Trump: Tirkiyeyê Sûriye dagir kiriye
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trumpî daxuyandiye ku dewleta wî ne piştgira operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê ye.
Trumpî gotiye
"Vê sibeyê Tirkiyeya ku endama NATOyê ye. Sûriye dagir kiriye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne piştgira vê operasyonê ye. DYAyê bi awayekê gelek zelal ji Tirkiyeyê re gotiye ku ev fikreka xerab e.
"Vê gavê leşkerên Amerîkayê ne li herêmê ne.
"Tirkiyeyê teahût kiriye ku ew ê sivîlan, fileh jî tê de hemî kêmneteweyan biparêze. Em ê bawerîya xwe li vê soza wê bînin.
"Em li bendê ne ku Tirkiye pêgiriyê li taahûdên xwe bike."
Meclîsa Tirkiyeyê tezkereya ji bo operasyonên li Sûriyeyê û Iraqê qebûl kiriye
Di 30ê Çiriya Pêşiyê (meha 10.) dema tezkereya destûrê dide Artêşa Tirkiyeyê li Iraq û Sûriyeyê operasyonê bike dê temam bibe. Ji bo artêş dest bi operasyona bi navê "kanîya aştîyê" bike divîya meclîsê destûr bidaya.
ÎYÎ Partî, Partîya Edalet û Pêşketinê (AKP) û Partîya Komarî ya Gelî (CHP) ji bo tezkereyê dengê erê day. Bi tenê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) dengê na daye.
78 kesan ji ber parvekirinên li ser operasyonê îfade daye
Midûrîya Giştî ya Emniyetê 11ê Çiriya Pêşîyê ragihandiye ku ji ber parvekirinên li medyaya civakî yên li ser operasyona Tirkiyeyê pêvajoya hiqûqî hatiye dest pê kirin.
Bikarhênerên medyaya civakî bi “propagandaya ji bo terorê têne sûcdarkirin.” Herweha li gor emniyetê wan kesan “bi propagandaya reşkirinê, xelk ji bo kîn û nefretê tehrîk-kirine.”
HSDyê jî daxuyanî dabû
HSDyê di daxuyaniyekê de gotiye, "Balafirên tirkan li Girê Sipî, Serêkaniyê, Eyn Îsa û Qamişloyê gundên sivîl bombebaran kiriye û li gorî zanyariyên pêşiyê hin sivîlan ziyan dîtine."
Recep Tayyip Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku operasyona bi navê “Kaniya Aştiyê” daye dest pê kirin.
Erdoganî wiha gotiye:
"Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê dijî PKK/YPG û DEAŞa rêxistinên terorê dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kir."
"Armanca me ew e li sînorên me yên başûr korîdora terorê ya tê avakirin xera bikin û hizûr û aştiyê li herêmê pêk bînin."
"Bi Herekata Kaniya Aştiyê em ê gefên terorê yên li dijî welatê xwe berteref bikin."
Berdevkê HSDyê: Cihên ku sivîl lê hene têm bombebaran
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mûstafa Baliyi li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotiye: “Balafirên şer ûn tirkan li cihên ku sivîl lê hene dest bi operasyona hewayî kiriye.”
Erdoganî zanyarî daye Serokên CHP, MHP û İYİ Partiyê
Serokomar Erdoganî bi rêya telefonê li Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli, Seroka Giştî ya İYİ Partiyê Meral Akşener û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglûyî geriyaye û derbarê operasyonê de ew agahdar kiriye.
Ji bo agahdarkirinê bang li Serkonsolosê DYAyê kirine
Wezareta Karûbarên Derve ji bo agahdariya derbarê operasoynê de bide, bang li Serkonsolosê DYAyê kiriye.
Her weha Wezaretê daxuyaniyek daye û gotiye ku ji bo agahdarkirinê bang li endamên Konseya Ewlehiyê yên Neteweyên Yekgirtî (NY) kirine.
YE: Divê operasyon bê sekinandin
Jean Claude Junker, Serokê Komisyona Ewropayê piştî ku operasyon li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye daxuyaniyek daye. Junkerî gotiye bila operasyon bê sekinandin û ew ê pereyan ji bo “Herêma Ewhe” nedin.
Piştî operasyon dest pê kiriye li Akçakaleyê, navçeya Rihayê biryara betlaneyê ji bo dibistanan hatiye standin.
Riha weke "Herêma Taybet a Ewlehiyê" hatiye diyarkirin
Walîtiya Rihayê aşkere kiriye ku herêmên li ser sînor weke "Herêma Taybet a Ewlehiyê" hatiye diyarkirin.
Roket li Serêkaniyê û Nisêbînê ketiye
Li gorî zanyariyan guleya roketê li Nisêbîn, navçeya Mêrdînê û Serêkaniyê, navçeya Rihayê ketiye. (PT/FD)