Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Seroka Giştî ya Pardiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, Endamê Lijneya Serokatiyê yê Partiya Azadî û Piştgiriyê (ODP) Onder İşleyen, Berdevka Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Ozge Akman û Hevseroka Giştî ya Halkevleriyê Dilşat Aktaşê derbarê operasyona li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û encamên wê de ji bianetê re axivîn.
ODP: Encamên giran wê derkeve
Onder İşleyen: “Tirkiye balê dikişîne ser hegirtina xaka Sûriyeyê lê ev operasyon gaveke wisa ye ku wê hevgirtina xakê perçe bike.
Li Sûriyeyê çareserî, bi yekîtiya Sûriyeyê, bi biryara hevbeş a hemû sûriyeyiyan û li gorî demokrasî, azadî û serxewbûnê wê karibe pêk bê. Rêya ewlehiya Tirkiyeyê jî di vir de ye.”
EMEP: Encama armancên emperyal ên Erdoganî ne
Selma Gurkan: “Biryara vê operasyonê di encama armancên emperyal ên desthilatdariya AKPyê û Erdoganî de derketiye holê. Hikûmet di pevçûna hêz û parvekirinê ya emperyalîstan de ketiye pêşbirka kampa parkirinê. Rewşa federatîr a li Sûriyeyê pêk hatiye ji bo pirsgirêka xwe ya kurdan weke tehdît dibîne û heke ku bikaribe dixwaze wê belav bike.”
EHP: AKP naxwaze gelê kurd mafên xwe bi dest bixe
Ozge Akman: “AKP naxwaze li ti derê kurd bibin xwediyê mafên xwe. Armanca esasî ya vî şerî jî ev e. Erdogan vê polîtîkaya emperyal ji bo ku bikaribe li ser lingan bimîne tekane çare dibîne.“
Halkevlerî: Ev şer wê zerarê bide gelên tirk û kurd
Dilşat Aktaş: “Tirkiye ji xwe her gavê di nava krîzeke siyasî de ye. AKP ji bo temenê xwe yê siyasî dirêj bike biryara şerekî wiha daye.
Ev şer wê zerarê bide gelên tirk û kurd. Dibêjin ku ji bo ewlehiya welêt wê bikevinnê lê heke ku desthilatdariya Erdoganî biqede wê encamên wê berdewam bike.”
HDK: Divê ev desthilatdar bê sekinandin
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî daxuyaniyeke bi nivîskî daye û wiha gotiye: “Li hemberî şêtiya şer û dagirkeriyê ya desthiltadariyê, bi awayekî bi hêz û heta encamê bidest bixin divê îradeya aştiyê û berxwedana demokratîk a gelan li ser piyan be. Divê ev desthilatdar bê sekinandin. Erêkirina teskereya dagirkirina Sûriyeyê ya ku wê bînin Meclîsê, ji bilî berdewamiya îxaneta li dijî berjewendiyên gelên me û dahatûya hevbeş û vebijarka aştiyê nayê wateyeke din.” (RT/FD)