Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku metirsiyên Tirkiyeyê yên rewa yên derbarê ewlehiyê de fam dikin, lê ew ê piştevaniya ji bo çareseriya siyasî berdewam bikin.
Bixwîne - Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê gelê xwe biparêzin
Maja Kocijcancic, Berdevka Komisyona YEyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û pirsên derbarê mijarê de bersivandiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Kocijcancicê gotiye “YE, metirsiyên Tirkiyeyê yên rewa yên derbarê ewlehiyê de Tirkiyeyê fam dikin, lê ji destpêkê heta niha her dibêje krîza li Sûriyeyê ne bi rêyên leşkerî lê bi yên siyasî dikare çareser bibe.”
Bixwîne - Amerîka: Em ê piştgirîya operasyona Tirkiyeyê nekin
Kocijcancicê diyar kiriye ku YE pêvajoya çareseriya siyasî ya Neteweyên Yekgirtî (NY), yekîtî, serdestî û hevgiriya xaka Sûriyeyê diparêze.
Kocijcancicê gotiye pevçûnên ku li bakûr û rojhilatê Sûriyeyê dîsa gur bibin ne tenê wi ziyanê bide sivîlên li wir, her weha wê ziyanê bide hewldanên sivîl yên YE piştevaniya wan dike. Dîsa bang li garantorên Astanayê kiriye û gotiye ji bo dawî li pevçûnan bînin hewldanên xwe zêdetir bikin, sivîlan biparêzin û bihêlin alîkariya mirovî bêasteng bigihêje herêmê. (DB/FD)
Fotograf: AA