Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hikûmeta Îsraîlê bertek nîşanî gotinên Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê, Recep Tayyîp Erdoganî daye ku di dema Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de ji bo li ser Îsraîlê gotibû. Benyamin Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê, ji bo Erdoganî gotiye “derewçîn” û ji bo Tirkiyeyê jî diyar kiriye ku qetlîam li kurdan û ermenan kiriye.
Fotograf: AA
Erdoganî di dema Civata Giştî ya NYyê de gotibû Îsraîlê ji sala 1967ê û vir ve sînorên xwe berfireh kiriye û derbarê vê de nexşe nîşan dabû. Erdoganî wiha gotibû: “Ez ji ser kursiya NYyê dipirsim. Sînorên dewleta Îsraîlê ku der e? 1948e an 1968? Ango sînorekî wê yê din heye?”
Prime Minister Benjamin Netanyahu, referring to President Erdogan's remarks:
— PM of Israel (@IsraeliPM) September 24, 2019
"He who doesn't stop lying about Israel, slaughters the Kurds in his own country, and denies the terrible slaughter of the Armenian people – shouldn't preach to Israel.
Erogan, stop lying." pic.twitter.com/jtpLpVAscf
Netayanyahû li ser hesabê PM of Israilê yê Twitterê bersiveke bi vîdeo daye û wiha gotiye: “Pêşiya derewên yekî nayê girtin. Erdoganê ku li welatê xwe kurdan qetil dike û qetlîama sawdar a li dijî gelê ermen red dike, ne ew kes e ku bikaribe şîretan li Îsraîlê bike. Erdogan dest ji derewan berde.” (AO/FD)