Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mark Esper, Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê tevlî Joseph Dunford, Serfermandarê DYAyî civîneke hevbeş a çapemeniyê pêk aniye. Esperî ji Tirkiyeyê re gotiye, “An S-400 an jî F-35. Nabe ku hûn bibêjin em yekê bixin garacê ya din jî derxin.”
Civîn li avahiya Pentagonê pêk hatiye. Di civînê de rojnamegeran ji Esperî pirsî ye, heke Tirkiye S-400an bi kar neyne wê careke din bikaribe bikeve programa F-35an an na?
“Helwesta me gelekî zelal bû”
Esper wiha bersiv daye vê pirsê:
“Ji bo em vê binirxînin divê Tirkiye xwe ji S-400an rizgar bike. Em li bendê ne ku li gorî NATOyê tevbigerin, lê Tirkiye ber bi hêleke din ve diçe.
“Helwesta min a derbarê vê mijarê de di daxuyaniyên min de û di dema hevdîtinên tayben ên bi tirkan re gelekî zelal bû. An F-35 an jî S-400. Her du bi hev re nabin. Nabe ku hûn bibêjin em ê yekê bixin garacê ya din derxin bikar bînin.”
Dunford: “Em hewl didin ku hevsengiyê ava bikin”
Joseph Dunford, Serfermandarê DYAyê jî gotiye, “Em hewl didin di navbera metirsiyên rewa yên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û têkoşîna li dijî DAIŞê de hevsengiyekê ava bikin.
“Di mijara avakirina Navenda Koordînasyonê ya Operasyonê de me li hev kiriye. Ji bo dewriyeyên hevbeş koordînasyon li gel navenda hevbeş a operasyonan heye.”
“Em naxwazin bi Îranê re şer bikin”
Li ser pirseke derbarê têkiliyên Îran û DYAyê de Esperî wiha gotiye:
“Em nxwazin bi Îranê re şer bikin. Serokî jî gotibû ew amade ye li gel Îranê bicive. Hêza Sentinelê jî heta niha serkeftî ye." (FD)
*Çavkanî: VOA, Reuters, Politico.
Wêne: VOA