Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan di saetên sibehê de çûye Moskovayê.
Li bajarokê Xan Şexûnê yê Idlibê Artêşa Sûriyeyê kontrol bi dest xistibû û piştî vê rewşê hatibû gotin ku xalên çavdêriyê yên Tirkiyeyê hatine dorpêçkirin.
Serdana Erdoganî jî piştî van pêşketinan pêk hatiye. Çavlirê ye ku di dema hevdîtina Erdogan û Pûtînî de ev mijar jî bê nîqaşkirin.
“Piştgiriya Rûsyayê ziyanê nade peymanên bi Enqereyê re”
Beriya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan serdana Rûsyayê bike rayedarên Rûsyayê derbarê pêşketinên li Idlibê de daxuyanî dane.
Sergey Lavrov, Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê derbarê mijarê de axivî ye. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a RIAyê Lavrovî gotiye, piştgiriya ku Rûsya li Idlibê dide rêveberiya Şamê, wê ziyanê nede ti peymanên bi tirkiyeyê re hatine kirin.
Dimitri Peskov, Berdevkê Kremlînê jî duh daxuyaniyek dabû û gotibû, “Vladimir Putin, metirsiyên Erdoganî yên ji bo operasyona Idlibê fam dike lê metirsiyên wî jî ji bo êrîşên mîlîtanan ên li ser Idlibê hene.”
Erdogan roja înê bi rêya telefonê bi Pûtînî re axivî bû û derbarê operasyona Idlibê ya rêveberiya Şamê de gotûbêj kirine. Erdoganî gotibû ku operasyonên artêşa Sûriyeyê yên li bakur rojavayê welêt “dibe sedema krîza mirovî.”
Wê beşdarî pêşangeha fezayê bibin
Putin û Erdogan wê li Moskovayê beşdarî Pêşangeha Asîmanî û Fezayê ya Navnetewî, MAKS-2019ê bibin û paşê bicivin.
Artêşa Sûriyeyê bi piştevaniya Moskovayê dest bi operasyona Idlibê kiribû ku di destê cîhadperest û mixalifan de ye. Kontrola vê derê di destê rêxistina Heyet Tahrir Şamê de ye ku navê wê berê Eniya El Nusrayê bû. Operasyon çar meh in ku berdewam dike.
Hefteya borî Artêşa Sûriyeyê karwana Artêşa Tirkan a ku diçû Baregeha Morekê sekinandibû û bi balafiran bombebaran kiribû. Rayedarên Tirkiyeyê gotibûn ku di encama êrîşê de sê sivîl mirine. (PT/FD)
*Fotograf: AA