Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Civîna G7an roja şemiyê bi beşdariya serokê DYA, Almanya, Fransa, Ingilîstan, Îtalya, Japonya û Kanadayê dest pê kiribû.
Şeva yekem a civînê Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê mêvanên xwe vexwendiye ser şîvê û li vir li ser rewşa Îranê gotûbêj hatine kirin. Macron ji rojnamegeran re gotiye, “Du mijar li ser Îranê derketine pêş. Yek jê ew e ku welatên G7ê naxwazin Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.
“Em naxwazin zerarê bide aştiyê”
“Ya duyem jî welatên G7ê aştî û aramiya li herêmê diparêzin, naxwazin çalakiyeke ku zerarê bide vê rewşê pêk bê.”
Roja yekşemê Muhammed Cewad Zarîf, Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê çûye ku li bajarokê Biarritzê pêk tê.
Zarîf 5 saetan li vî bajarî maye.
Rayedarên fransî ji ajansa nûçeyan a Associated Pressê (AP) re axivî ne û gotine ku Zarîf ji bilî Macronî bi rayedarên fransî, almanî û ingilîz re civiya ye.
Rayedarên amerîkî beşdarî van civînan nebûne. DYA par ji peymana nukleerî vekişiya bû ku bi Îranê re îmze kiribû.
Civîna G7an wê îşev bi dawî bibe. (PT/FD)