Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îlhan Cîhaner, endamê Meclîsa Partiyê yê CHPyê û Parlamenter Alî Şekerî serdana Ahmet Turk, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê kirine ku qeyûm li şûna wî hatibû ragihandin.
Ahmet Turkî pêşwaziya heyeta CHPyê kiriye.
Alî Şekerî ji bo dorpêça polîsan a li ber avahiya HDPyê ya Mêrdînê wiha gotiye: “Ev ferman a kê ye? Mafê ti kesî nîne ku vê rezaletê li Tirkiyeyê bike.”
Ahmet Turkî jî gotiye: “Ji bo demokrasî bi hêz bibe divê me hay ji vî barê li ser milên me hemûyan heye. Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê divê em refleks û aqilê hevbeş ê bihêz bînin holê.”
Şeker: Mafê hilbijartin û hilbijirînê hatiye binpêkirin
Di dema hevdîtinê de Alî Şekerî wiha gotiye:
“Heta ku bi hilbijartinê kesek neyê şûna yên hatine hilbijartin Şaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê ev hevalên me ne.
“Niha em ji ber ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji hêla kesekî din ve bi rengekî din tê bikaranîn, em li vir serdana şaredarên bajarên mezin dikin.
“Navê vê ne demokrasî ye, mafê hilbijartin û hilbijirînê hatiye binpêkirin.”
Cîhaner: Divê hemû kes li dijî vê biryarê derkeve
Îlhan Cîhaner, Endamê Meclîsa Partiyê yê CHPyê jî di dema serdanê de wiha axivî ye:
“Her weha ev midaxele li egera rêkevtinên di navbera hêzên mixalif a di hilbijartinên pêşiya me ye jî. Bêyî hincetekê nîşan bidin, divê hemû kes li dijî vê êrîşa li ser demokrasiyê derkeve. (EKN/FD)