Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Karûbarên Navxweyî Suleyman Soylûyî gotiye ku biryara tayînkirina kayyûman a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê hiqûqî ye. Soylû di Televizyona Haberturkê de beşdarî bernameya zindî bûye û pirsên rojnamegeran bersivandiye.
Soylûyî wiha gotiye: “Biryara ku hatiye dayîn ne siyasî ye. Biryara hatiye dayîn biryareke îdarî ye û li gorî hiqûqê ye. Xala 127em da Destûra Bingehên vê erkê dide Wezareta Karûbarên Navxweyî.”
Beşek ji axatvina Soylûyî wiha ye:
“Dema dadgehkirin biqede em ê îade bikin”
“Ez bi xemgînî gelek nirxandinan dişopînim. Ev der dewleteke hiqûqê ye. Derbarê wan kesên ku di dema berê de me ji wezîfeyê girt, gelek girtin hene. Dewlet, hiqûq û demokrasî bi hev re dibêje nekevin nava van karan. Heke ku karê xwe dike, ne di nava têkiliyeke wiha de be, karê min ew e ku ez bihêlim wezîfeya xwe bi hêsanî pêk bîne.
“Heke dadgehkirin biqede û ceza li wan bê birîn, piştî ceza lê bê birîn wê li wir dîsa hilbijartin pêk bê. Li Meclîsê wê dîsa hilbijartin pêk bê. Dibe ku em dîsa îade bikin. Heke ku dadgehkirin qediya be em ê wezîfeyê îade bikin.”
“Me dem ji bo Sûriyeyiyan dirêj kir”
“Polîtîkaya alîkariay mirovî ya Tirkiyeyê wê berdewam bike. Her ku herêmên ewle çêbibin wê paş de şandina bi dilxwazî pêk bên. Tekez em ti sûriyeyiyekî ku qeyda wî nîne dersînor nakin. Vegera bi dilxwazî heye. Kesên ku qeyda wan nebe, em wan dibin kampan, qeyda wan çêdikin û kîja bajarî bixwazin dişînin wir. Me heta 20ê Tebaxê dem dabû sûriyeyiyên ku li Stenbolê qeyda wan nebû. Lê me ev dem heta 30ê Çiriya Pêşiyê dirêj kir.” (RT/FD)
Fotograf: AA